Hêzên derve şer dirêj dikin

În 28 Nîsan 2023 - 16:15

  • Mûrat Karayilan got, piştgiriya hêzên derve ya ji bo dewleta Tirk li pêşiya çareseriyê asteng e û "Feraseta qirker nijadperest a dewletê û berjewendiyên hêzên derve şerî dirêj dikin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bersiv da pirsên ANF'ê. Karayilan derbarê helwêstên rejîma AKP’ê beramberî Kurdan nirxandin û got, “Polîtîkayên ku rejîma AKP'ê ji hilbijartinên dawî heta niha dimeşîne, xwe dispêrin 'Pîlana Têkbirinê' ya sala 2016'an. Yanî weke encama fiîlî ya konsepteke hingê, ji mehên havînê yên sala 2015’an heta bi niha, heman polîtîkayê bi rê ve dibin. Lewma koalîsyona AKP, MHP û Ergenekon bi esasî ji bo biserxistina Pîlana Têkbirinê ya li dijî gelê Kurd e da ku rejîmê mayinde bikin û desthilatdariya xwe dewam bikin. Ji ber wê ye ku ev heşt sal in, di serî de li Îmraliyê, li bejahiyê û di warê siyasî-civakî de, her rêbaz ceriband.”

Mûrat Karayilan di dewamê de got, ev pîlan bi serneketiye û wiha peyivî: “Lê tevî van hewildanan, tevkariyên hêzên ji derve yên cur bi cur, nexasim Gladioya NATO’yê, û piştgiriya xeta xiyanetkar a Kurd jî nekarîn vê bi ser bixin. Heger bikarîna tevgera azadiyê û gerîla ji holê rabikirana, zêdekirina dozaja êşkenceya derûnî li ser Rêber Apo li Îmraliyê, çewisandina civakî û radestgirtina wê ji xwe re kiribû pîlan. Lê bi têkçûyîna li ber gerîla, di her warî de nekarî bigihîje ti encamê. Berxwedana gerîla ji aliyekî ve ji hemû dînamîkên demokratîk ên Kurd û yên li Tirkiyeyê re bû hêz, ruh, pal û pişteke xurt. Li ser vî esasî, di xeta Rêbertiyê de pêvajoyeke berxwedanê ya mezin pêk hat. Pêvajoyeke ku mirov dikare jê re bibêje, ‘Berxwedaneke bi giştî li dijî şerê bi giştî’ pêk hat. Bê guman berdêlê wê hat dayîn, ne hêsan bû, lê gelan karî vê pîlana qirker a faşîst xera bikin û encamê wergirin.

Serketina AKP´ê çîrok e

Helbet AKP jî dibêje, ew bi serketî ye lê ev ne rast e. Wan dixwest gerîla bi tevahî ji holê rakin; her wiha rakirina ji holê ya destketiyên heyî ji xwe dikirin armanc. Du salên dawîn, xwestin Zapê bi dest bixin û gerîla li wê derê ji holê rakin. Ji ber wê, dest bi şerekî teknolojîk ê pirr gur kirin. Çekên qedexekirî bi kar anîn. Piştgirî ji xeta hevkar a Kurd a li Başûr wergirtin. Lê nekarîn gerîla ji wir derbixe, nekarî bibe serwer. Her wiha di warê hejmara gerîla de li Bakurê Kurdistanê, Suleyman Soylû ji xwe re çîrokên serketinê li hev tîne, civaka Tirkiyeyê dixapîne.” 

Di qirkirinê de israr dikin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan got, rejîma AKP-MHP’ê di pîlana têkbirinê de hê jî israr dike û wiha peyivî: “Weke parçeyekî vê konseptê, pêngavên wan ên dawî jî, bi êrişa qirkirina siyasî, ji derdorên welatparêz-demokratîk, qederê 150 kesan kirin nezaretê. Desthilata AKP’ê, bi vê êrişê, dixwaze têkoşîna siyasî-hiqûqî, kûrahiya çandî û hêza propagandayê ya Kurdan bişikîne. Rojnamevan, siyasetvan, hunermend, hiqûqnas kirin hedefhatin. Ev jî êrişek e ji bo şikandina hêza bandora gelê Kurdistanê. Dizane ku li qadên gerîla nikare encameke ku veguherîne propagandaya siyasî, wergire. Di dest de derdorên bêçek û parastin man. Diyar e ku destwerdanek e li hilbijartinên 14’ê Gulanê. Ew ê li encamên vê binihêre û biryarê bide bê ka êrişên wiha dewam bike yan na.”

Muxalefet tênagihîje

Karayilan derbarê helwêsta muxalefetê ya beramberî van êrişan jî got, “Mixabin muxalefeta di nava pergalê de, baş ji AKP-MHP’ê tênagihîje û heta niha ti helwêstek diyar nekiriye. Çi dibe bila bibe, êdî bi rêbazên tundiyê yên bi vî awayî, ango bi girtin, êşkence, tirsandin û kuştinê, siûda wê ku encamekê bi dest bixe, pirr kêm e. Bi piştgiriya Rûsyayê jî, bi dewletên wek Sûriye û Îranê re tifaqan çêdikin û hewl didin ku wan jî daxilê vê konseptê bikin. Beriya hilbijartinê, dixwazin serketinekê bi dest bixin. Bo mînak; ji xwe re kir armanc ku herêma Til Rifet (Şehba) û Minbicê ku di destên Kurdan de ne, ji destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk derxin. Pîlan dikirin ku vê bi Sûriyeyê re bikin. Lê bi qasê ku xuya dibe, di civîna çaralî de encama dixwaze, wernegirtiye. Dînamîkên berxwedanê yên bingehîn ên doza azadî û demokrasiyê, li ser pêyan in. Gelê me, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê, bi xwe spartina van dînamîkên berxwedanê yên bingehîn, vînek derxistine holê. Lewma çi jî bikin, êdî nikarin bigihîjin encamê. 

Cihê kesên hatine girtin dagirin

Mûrat Karayilan derbarê helwêsta derdorên welatparêz û demokrasîxwazan de jî got, “Bi ya min, civaka Kurdistanê û Tirkiyeyê wê li ber êrişên bi vî awayî neçewisin û bêhtir berê xwe bidin têkoşînê. Helbet di pratîkê de jî tiştên divê bên kirin, hene. Bo mînak; şoreşger, welatparêz û demokratên li Kurdistanê, divê van mirovên hêja yên hatine girtin, tavilê dagirin. Pergalê, ji bo qelskirina xebatê ev kes girtin. Ew herî pirr ji xebatkarên çapemeniya azad ditirsin. Bi derfetên teknîkî yên serdema me, her mirovekî me dikare bibe rojnamevan. Ji bo valahî çenebe, divê mirov xebata şoreşger-welatparêz-demokratîk, hinekî din jî xurt bike. Divê gelê me bi ducarkirina xebatê bersivê bide. Ger bersiveke wiha bê dayîn, hewldanên wan hemû wê bê encam bimînin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.