Wê ji bo avakirina komîteyê bicivin
Şemî 3 Gulan 2025 - 03:15
Berdevkê ENKS'ê Feysel Yûsif destnîşan kir ku hîna komîteya ku dê biçe Şamê û hevdîtinan bi desthilata Şamê re bike, nehatiye avakirin û ji bo wê di demeke pêş de wê li hev bicivin.
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif der barê gavên piştî lidarxistina "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê" û pêkanîna biryara avakirina şandeyekê de, ku bi desthilata Şamê re nîqaşan bike axivî.
Feysel Yûsif da zanîn ku hîna wan dîroka civîna piştî konferansê, ya ji bo zêdekirina têbîniyên ku di konferansê de hatin gotin, diyar nekiriye û wê di demeke pêş de bê lidarxistin.
Feysel Yûsif diyar kir ku wan komîteya ku biçe Şamê û hevdîtinan bi desthilata Şamê re bike, hîna ava nekiriye û got: “Nêrîn û pêşinyar hene, lê hîna biryara dawî ya ji bo van nêrîn û pêşniyaran nehatiye dayîn."
ANHA/QAMIŞLO