Festîvala Filman ya SîcîlyAmbîensê a 14’an îsal di navbera 11-16’ê Tîrmehê de li Şaredariya San Vîto Lo Capo ya Sîcîlyayê hate lidarxistin. Ji Rojhilata Dûr, Efrîka, Rojhilata Navîn, Ewropa û Emerîkayê 35 berhem tevlî festîvalê bûn.
Ji xeynî nîşandanên filman semîner û panel jî hatin li dar xistin û di juriyan de bi tenê jinan cih girtin. Di festîvalê de ji bo filmê herî baş, belgefilma herî baş, mafên mirovan û hawîrdorê xelat hatin dayîn.
Belgefilma “Hêza” hêjayî Xelata Mafên Mirovan a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hate dîtin. Li ser navê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Francessa Corbo di xelatdayînê de got “Di çîroka Hêzayê de ya ku ji nav destê DAIŞ’ê reviyaye û piştre li hemberî DAIŞ’ê şer kiriye, derhênera jin Derya Denîz vegotineke xurt kiriye.”
Çêker Afat Baz jî li ser navê koma belgefilmê xelat stend û got; “Xelat a wan jinan e ku li hemberî feraseta DAIŞ’ê şer kirine û li ser vê rêyê şehîd bûne.”
Xelata Amnest Internatîonalê
Amnesty Internatîonal li dinyayê mafên mirovan diparêze. Li temamî dinyayê herî kêm 2 milyon endamên wan û 5 milyon çalakvanên wan hene. Xelata Amnesty Internatîonalê di qada mafên mirovan de di nav xelatên herî bi prestîj de cih digire. Belgefilma Hêzayê jî heta niha xelatên wekî belgefilma herî baş, filma herî baş û xelata mafên mirovan jî tê de bi giştî 6 xelat stendiye.
ANF/PALERMO