Hevya Sor ji bo koçberên li ser sînorê bi Lehistanê re li aliyê Belarûsê asê mane, alavên ji bo alîkariya lezgîn şandin. Mûhîttîn Dolaşir bang li xêrxwazên li Ewrûpayê kir da ku tevna hevgirtinê ya bi Heyva Sor xurttir bikin.
Heyva Sor a Kurdistan û saziya Elman a bi navê „Wir packen’s an Nothilfe für Gefluhtete e.V (Wir packen’s an)" ji bo şandina alavên alîkariya lezgîn a ji bo koçberên li ser sînorê Lehistan û Belarûsê, hevkarî kirin.
Wan ji bo du hezar kesan xwarin, cilûberg, powerbank, sol, mont, betanî kirrîn, û doh ji herêma sînor re şandin.
Nûnerê Heyva Sor Mûhîttîn Dolaşir diyar kir ku wan pêdiviyên koçberan li gorî şertên zivistanê amade kirine: “Me bi saziya dost a bi navê Wir packen’s an re ji bo alîkariya koçberên li ser sînorê Lehistan û Belarûsê alîkarî amade kir. Me şal, mont û bi taybetî ji bo zarokan sol û powerbankên ji bo telefonan kirrîn. Komeleya Wir packen’s wê wan îro (doh) bigihîne wir. Bi taybetî jin û zarok li wir perîşan bûne. Me jî xwest li gorî derfetên xwe alîkariyê bigihînin wir.”
Dolaşir xwest xelk Kurdistanê bi cih nehêle û got, “TC, PDK, AKP û malbata Barzanî dixwazin welatê me vala bikin. Ji ber vê em naxwazin gelê me dev ji welatê xwe berde. Dewleta Tirk dixwaze van mirovan bi kar bîne û li ser dewletên Ewrûpayê zextan bike. Berê jî koçber anîbûn ser sînorê Yewnanistanê û xwestibû zextan li van welatan bike. Divê gelê me nebe amûra lîstikên dewleta Tirk û malbata Barzanî, û divê li welatê xwe bimîne.”
Dolaşir bang li gelê Kurd ê li Ewrûpayê kir da ku alîkariyê bike: “Divê xêrxwazên li Ewrûpayê tevna hevgirtinê ya bi me re geştir bikin. Me li ser medyayê û li ser rûpela xwe ya fermî hejmara hesabê bankê belav kiribû. Em jî alîkariyê digihînin gelê xwe yê li wir. Mirovên me di navbera wan sînoran de asê maye û ti dewlet alîkariya wan nake.”
Hevgirtin protestokirina siyaseta li dijî penaberan e
Hesabdarê Giştî yê Wir Packen’s Anê, Axel Grafmanns jî malavahiya Heyva Sor kir û got: “Saziya me ji bo penaberan dixebite. Em ê alavên ku bi bexşên Heyva Sor hatibûn kirrîn îro bişînin ji herêmê re. Bi alîkariya Dîe Lînke Saksonya me 7,5 ton alîkarî şand koçberên li ser sînorê Belarûsê re. Nûçeyên mirina ji serma û birçîbûnê ji wir tên. Ev hevgirtina me protestokirina polîtîkaya li dijî penaberan e jî.”
NAVENDA NÛÇEYAN