Hewlêr û Bexda li ser neftê dicivin
Duşem 11 Nîsan 2022 - 22:15
- Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku şandeke ji Herêma Kurdistanê, ji bo guftugokirina dosyaya nefta Herêma Kurdistanê, çûye Bexdayê.
Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku şandeke ji Herêma Kurdistanê, ji bo guftugokirina dosyaya nefta Herêma Kurdistanê, çûye Bexdayê.
Wezareta Neftê ya Iraqê bi daxuyaniyekê da zanîn ku şandeya bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, doh gihiştiye Bexdayê.
Wezaretê da zanîn ku ev civên di navbera wan û Herêmê de, yekem civîna li ser biryara dadgeha Federal ya Iraqê a derbarê dosya nefta herêmê de ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Her du alî li ser dîtina mekanîzmeyeke nû ji bo rêveberina dosya neftê wê kar bikin. Ji bo guftugokirina dosyaya nefta herêmê me lijneyeke taybet çêkiriye.”
Li gorî agahiyan, di şandeya herêmê de Wezîrê Kar û Barê Danûstandinên li gel Bexdayê Xalid Şiwanî, Serokê Dîwana Serokatiya Meclîsa Wezîran Umêd Sebah, Sekreterê Meclîsa Wezîran Amanc Rehîm û Serokê Fermangeha Hemahengî û Lêkolînê ya li Meclîsa Wezîran Ebdulhekîm Xesro hene.
Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna li ser civîna aliyan ti daxuyanî nehatibû dayîn.
BEXDA