Hewlêr piştgiriya dagirkeriyê dike

Sêşem 18 Nîsan 2023 - 00:03

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêma Kurdistan (Başûr) û Iraqê bê navber dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker ji ber ku bi hêza xwe ya duwem a NATO’ê nekarî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têk bibe, timî çekên kîmyewî û çekên qedexekirî li dijî xweza û gerîlayên Kurdistanê bi kar tîne. Her wiha heta niha di êrişên dewleta Tirk a dagirker de bi dehan welatî şehîd bûne û gelek gund hatine valakirin.

 

PKK civaka Êzîdî diparêze

Serokê Tevgera Êzîdî ya Reform û Bipêşketinê, Hacî Kendur Şêx derbarê vê yekê de ji Rojnewsê re got, “Êriş û piçûkxistinên dewleta Tirk zirar li Civaka Êzîdî kirine. Ew dixwazin hêzên pêşmerge derkevin û êrişên dewleta Tirk rawestin.”

Hacî Kendur ji ber ku PKK´ê civaka Êzîdî û serweriya Iraqê diparêze, pesnê PKK’ê da û got, “Hikûmeta Hewlêrê li Herêma Kurdistanê ji ber siyaset û berjewendiyên aborî piştgiriya dagirkeriya Tirkiyeyê dike. Her wiha êrişên Tirkiye yên li dijî Şengalê dewam dikin. Enqere bi sedsalan e ku dixwaze Şengalê dagir bike. Niha dixwaze bi rêya amrazên siyasî yên li Iraqê vê xewna xwe pêk bîne.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.