Hewl da bi komî bikuje

Yekşem 24 Tîrmeh 2022 - 22:24

  • Dewleta Tirk a dagirker doh ji Til Rifetê heta bi Qamişloyê erdekî mezin da ber topan. Di van êrişên xwe de wê deverên şên kirin hedef. Tenê bextê xweş, nehişt komkujiyeke mezin çê bibe. Dagirkeran pîrejinek û du zarok li Til Temir û Ziragnê birîndar kirin. 

Dewleta Tirk a dagirker doh ji danê sibehê û pê ve bi dijwarî gelek bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin û di encamê de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn. „ ji birîndaran zarok bûn û yek jî pîrejinek bû. 

Dewleta Tirk a dagirker doh ji sibehê û pê ve êrişên xwe yên li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde kirin.

Wê saet 10:30’an gundê Tinibê yê ser bi navçeya Şera ya Kantona Efrînê ya dagirkirî da ber topan. Herî kêm 30 topên obusê li gund ketin. Agahiyên berfirehtir gava nûçeya me dihat amadekirin hîna bi dest neketibûn.

Dewleta Tirk di heman demê de navçeya Til Rifet a Kantona Şehba jî bi dijwarî topbaran kir. Têkildarî vê êrişê jî hîna agahiyên li ser zirar û ziyanê nehatibûn eşkerekirin.

Çi ji pîrejinê xwestin

Dewleta Tirk a dagirker doh 10.00’an careke din Til Temir da ber topan. Wê deverên şên ên xelk lê dimîne xist armanca êrişên xwe. Gundê Mecêbire yê di navbera Til Temir û Qamişloyê de bû armanca topên dewleta Tirk. Di bomberdûmana li ser bejahiya bakurê bajêr jî doh saet 08.30’î de kesekî jiyana xwe ji dest dabû. Di heman êrişê de 4 sivîl birîndar bûn. Ji wan 2 jin bûn û yek jî wan jî pîrejinek bû. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nexweşxaneyê, kesê bi navê Hisên Îbrahîm Elûş jiyana xwe ji dest daye, Fayîz Mehmûd El-Xidir, Ferhan Elo Xelo, Wedha Cacan Bû Emro û Raciha Yasîn Menîtî birîndar bûne.

Zarok birîndar kirin

Dewleta Tirk a dagirker doh ji sibehê ve navenda Zirganê û bejahiya bakurê kantona Hesekê bi dijwarî bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî û nexweşxaneyê, di êrişê de leşkerekî Şamê hat kuştin. Lê êrişê herî zêde zirar li xelkê deverê kir. Di êrişê de 4 welatiyên sivîl birîndar bûn û 2 ji wan zarok in. Birîndar rakirin nexweşxaneya Şehîd Xebat a Dirbesiyê.

Hate zanîn ku navê leşkerê mir ku endamê hêzên hikûmeta Şamê ye, Mehmûd El-Xerîb e.

Navên birîndaran wiha ne: Mihemed Qasim (20), Mueyed Ebdullah (32 salî) û her du zarokên wî Mihemed Mueyed Ebdullah (7 salî) û Teysîr Mueyed Ebdullah (5 salî).

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi hovîtî êrişî welatiyan dike

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyûb topbarana li ser navçeyê şermezar kir û got, "Dagirkeriya Tirk herêmên bi welatiyan dagirtirî, bêserûber û bi dijwarî topbaran dike." 

Ciwan Mela Eyûb got, "Êrişên artêşa Tirk a dagirker dewam dikin û vê sibehê (doh) navçeya Til Temirê û gundewarên wê, navçeya Zirganê û gundewarên wê yên bi welatiyan dagirtî, bi hovîtî hedef digire.

Şêniyên herêmê ji beriya zêdetirî 2 mehan ve ji aliyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi awayekî dijwar û bêserûber tên hedefgirtin. Bûyera îro rû daye nîşaneya hovîtiya dewleta Tirk a dagirker e."

Ciwan Mela Eyûb got, dewleta Tirk torên elekrîkê jî dike hedef û ji ber ku topbarana li dijî wan dewam dike, ew nikarin xetan temîr jî bikin. Wî rexne li hêzên Rûsyayê ku garantor in girtin û got, Rûsya weke garantorê agirbestê hat Til Temirê, lê ti nerazîbûnê nîşanî êrişan nade.

Hevserokê Meclisa Navçeya Til Temirê Ciwan Mela Eyûb bang li dewletên têkildarî peymana agirbestê û dosyaya Sûriyê û rêxistinên hiqûqî kir da ku li hember binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê helwêsta xwe zelal bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.