Pirtûka nivîskarê Kurd Bextiyar Elî ya bi nave “Dagirkirina Tarîtiyê” ku li ser dagirkeriya dewleta Tirk hatiye nivîsandin, dibe lîstika şanoyê.
Lîstik, bi heman navî ji aliyê Mala Şanoyê ya Elmanî ku li Elmanyayê ye, hatiye amadekirin. Senaryoya lîstikê ji aliyê Keval Sidqî ve hatiye amadekirin; derhêneriya wê jî şanogerê Kurd Îhsan Osman dike
Provayên lîstikaê niha dewam dikin, û ew ê di 17’yê Sibatê (2023) de li Wiesbadenê bê nîşandan. Piştî pêşandana promiyerê, lîstik wê di Adar, Nîsan, Gulan û Hezîranê de jî li cihên cuda derkeve ser dikê.
Li gorî agahiyên ku derhêner Îhsan Osman dane, ji bo nîşandana şanoyê ji Rêveberiya Şanoya Bajarê Wiesbaden a Elmanyayê destûr hatiye wergirtin. Di lîstikê de şanogerên înternasyonal, 2 şanogerên Kurd û şanogereke Yewnanî û yek Elman jî hene.
Îhsan Osman destnîşan kir ku lîstik qedexekirina zimanê Kurdî û pîlanên qirkirina çandî yên li Bakurê Kurdistanê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine meşandin, vedibêje. Îhsan Osman got; “Şanogeriya me jî hewareke bi dengekî bilind e, ji bo vê qirkirinê.”
ANHA/QAMIŞLO