Heta serê salê 51

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 6 Kanûn 2020 - 23:34

  • Weşanxaneya Lîsê ya li Amedê vê dawiyê 30 kitêb derxistin. 7 kitêbên wê yên din jî li ber çapê ne. 14 kitêbên din jî ji çapê re amade dike, da ku bi giştî beriya sersalê 51 kitêban biweşîne.

BILAL GULDEM
MA/AMED

 

Weşanxaneya Lîsê, di dema pandemiya ji ber şewba vîrûsa koronayê (Covid 19) jî bênavber weşangeriya xwe didomîne. Weşanxaneyê van rojên dawî gelek kitêb weşandin. Ji romanan heta bi çîrok û helbestan, ji serpêhatiyan heta dîrok û lêkolînan. Weşanxaneyê niyet e heta bi serê salê bi giştî 51 kitêban derêxe û ji van 45 bi Kurdî ne.
Weşanxaneya Lîsê, li Amedê yek ji weşanxaneyên mezintirîn e. Weşanxaneyê hin kirtêbên nû weşandin û hin kitêb jî li ber çapê. Her wiha hin kitêb jî amade kirine û anîne ber çapê. Yek ji berpirsên Weşanxaneyê Xelîl Semed, diyar kir ku vê dawiyê wan 30 pirtûk weşandine û hin kitêban wan jî li ber çapê ne. Semed got, wan niyet e, heta serê salê bi giştî 51 kitêban derbixin. Semed destnîşan kir ku Weşanxaneya Lîsê 5 pirtûkên helbestan ên Casimê Celîl bi hev re diweşîne.
 
30 kitêb çap bûne

Pirtûkên vê dawiyê ji weşanên Lîsê derketine ev in: 
Komara Demokratîk a Kurdistanê  ya Kerîm Husamî, Min Çi Dîtin ya Ehmedê Xwacê, Esirî: Şaîrekî Şoreşger ê Qonaxa Piştî Hacî ya Kerîm Şareza , Melayê Cizîrî û Hin Tişt Derbarê Jiyana Wî De ya Izeddîn Mistefa Resûl, Kofiya Dêya Min, Kilamên Çiya, Rojê Min, Oda Kurda, Kurdê Bengî yên Casimê Celîl, Dengê Kal û Bavên Me ya Ehmedê Gogê, Nalîna Dil ya Leylana Sidîq, Hawara Nebihîstî, Hêsirên Gotina Bêgotin, Stokholmê Te Çi Dîtiye Bêje, Xewna Bi Hêvî û Dara Pelweşiyayî yên Bavê Nazê, Ezemşêr û Momê ya Îhsan Colemêrgî, Pêlavên Diriyayî ya Ezîzê Gerdenzerî, Qijalk a Fewzî Bîlge, Ezda ya Rengîn Kardelen, Derî Vekîn Bila Hechecîk Vegerin ya Îrfan Amîda, Xemname ya Mustafa Aydogan, Kulîlkên Mala Miriyan ya Mîna Acar, Qawûman a Naîm Kiliç, Hemû Soneyên William Shakespear a William Shakespeare bi wergera Kawa Nemir.

7 kitêb li ber çapê ne

Li gorî agahiyên weşanxaneyê bi me re parve kirin, niha 7 kitêb li ber çapê ne û di nava çend rojan de wê çap bibin. Ji van kitêban êb bi Kurdî jî ev in:
Pariyê Berdemayî ya Wezîrê Eşo, Helaketiyêd Pismamtiyê Di Nav Kurdan De û Bawermendiyên Kurdên Êzidî ya Emînê Evdal, Şahidê Komkjiya Zîlanê: Tahir Nas a Nîhat Gultekîn, Merivê Bêderd a Eskerê Boyik, Kurmancên Elegezê ya Erebê Şemo.
 
14 kitêbên din tên amadekirin

Weşanxane halê hazir li ser 14 kitêbên din dixebite da ku wan ji çapê re amade bike. Ev kitêb jî ev in: 
Çapa duyem a “Bav Fileh û Qerebafon” a Yaqop Tilermenî, “Xelîlê Çaçan: Xizmeta Malbetekê ya Sedsalan” a Têmûrê Xelîl, “Şîna Şengalê û Siltanê Kurd: Selahaddîn Eyyubî” a Îhsan Colemêrgî, “Orok” a H. Kovan Baqî, “Şerm” a Sîdar Jîr, “Warê Firaran” a A. Bedîr, “Di Tariyê De” ya Bawer Rûken, “Bihişta Xezalan” a Eyşana Beravî, “Ruhê Xwebûnê” a Dilawer Zeraq, “4 Çela 4 Kotra” ya Omer Dilsoz, “Edebiyata Devkî û Şer” a Şerefxan Cizîrî.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.