Heta ku bêdengî bişike

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 22 Cotmeh 2022 - 02:29

  • Li Bremenê dayikeke şehîdekî dibêje, dinya bêdeng e beramberî hovîtiya dewleta Tirk û ew ê sûcên dewleta Tirk bixe çavên vê dinyaya kerr û lal; heta vê bêdengiyê bişikîne, timî li meydanan be.

ERDAL BAZ/BREMEN

 

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li gelek navendên Ewrûpî tê rûreşkirin. Doh û pêr li Bremen, Parîs, û Hannoverê jî çalakiyên rûreşkirina dewleta Tirk hebûn.

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li dijî gerîla li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Dewleta Tirk ji 17´ê Nîsana 2017´an ve di nava 6 mehan de 2 hezar û 476 caran sîlehên qedexekirî û yên kîmyewî bi kar anîne. NPG´ê jî beriya bi 6 rojan nasnameya 17 gerîlayên di êrişên kîmyewî de şehîd bûn eşkere kir. Wê dîmenên du gerîlayên ji ber van êrişan şehîd bûn jî weşandin. Nerazîbûna Kurdan û dostên wan li seranserê dinyayê paşê xwe da der. 

Li ser banga TJK-F'ê gelek Kurdistanî li ber Navenda Çanda Kurd a Drancyê (banliyoya Parîsê) hatin cem hev. Xwepêşanderan pankart hilgirtin û bi wan pankartan êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî şermezar kirin. Wan her wiha wêneyên gerîlayên ku di encama êrişên bi çekên kîmyewî de şehîd bûne û pankarta li serê “Şehîd Namirin” nivîsandî jî hilda û ber bi avahiya Şaredariya Drancy ve meşiyan. Xwepêşanderan gelek caran dirûşmeyên "Tolhildan", "Erdoganê kujer” ,“Erdoganê terorîst, dewleta Tirk a terorîst", "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Bijî Berxwedana Gerîla " gotin.

Li ber avahiya şaredariyê daxuyaniya li ser navê tevgera jinan hat xwendin. Tevgera jinan got, “Divê OPCW tavilê van sûcên şer lêbikole û ji raya giştî ya navneteweyî re ragihîne. Em ê van sûcên şer ragihînin cîhanê hemûyî. Û em ê vê hovîtiyê bi cîhanê hemûyî bidin bihîstin.”

Îro jî li navenda Parîsê, li Meydana Républiqueê bi heman armancê çalakiyeke navendî heye.

 

Polêsên Elman provokasyon kir

Li bajarê Elmanyayê Hannoverê jî ev îro 5 roj in çalakiyên li dijî bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê dewam dikin.

Kurd û dostên wan li ber Hauptbahnhofê hatin cem hev. Polêsê Elman posterên 17 gerîlayên şehîd berhev kirin, xelkê li mîtîngê nerazîbûn nîşanî van polêsan da.

Piştî çalakiya rûniştinê, komeke ku ji Women Defend Kurdistan, Women Defend Rojava û Meclisa Gel a Hannover pêk dihat, çû avahiya bajêr a Partiya Keskan (Die Grüne) û daxwaza hevdîtinê kir. Dosyaya ku bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê îsbat dike, radestî nûnerên vê partiyê hat kirin. Polêsên Elman hewl dan endamên heyetê gava ji avahiyê derket bikin nezaretê. Li dijî wê, heyetê çalakiya rûniştinê pêk anî.

 

Hêrsa Kurdan rabûye

Li bajarê Elmanyayê Bremênê jî dewleta Tirk ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê, hat protestokirin. Xwepêşanderan got, “gava ku mesele Kurd in, dinya hemû bêdeng e, xwe kerr dike.” Wan got, heta ku ew vê bêdengiyê bişikînin, ew ê çalakiyên xwe dewam bikin. 

Li Bremenê di çalakiyê de bang li rêxistina qedexekirina sîlehên kîmyewî OPCW´ê û dewletên Ewrûpî hat kirin da ku êdî destekî nedin dewleta Tirk. Xwepêşanderan hêrsa xwe ya ji desteka NATO´yê ya ji dewleta Tirk re jî îfade kir. Wan gelek caran sloganên “Şehîd namirin”, “Doh Sedam, îro Erdogan” gotin. 

Ji xwepêşanderan dayika şehîdekî, Xeysa Nas got, “Em li vir in da ku mirina wan mirovan bixin çavê wê dinyaya ku beramberî mirinan kerr û lal dike. Dewleta Tirk her roj bi sêlehên kîmyewî zarokên me qetil dike. Dinya bêdeng dimîne, destekê dide dewleta Tirk.” Wê paşê jî got, heta ku ew vê bêdengiyê bişikînin ew ê li meydanan bin.

 

Sûcê li dijî mirovahiyê ye

Ji dostên Kurdan Edzard jî ji Oldenburgê berê xwe daye Bremenê. Wî ala YPG’ê daye pişta xwe û dibêje, “Ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Bêdengmayîn hevkariya vî sûcî ye.” Bi vî awayî wî bal bire ser rola dewletên Ewrûpî di vî sûcî de. 

Edzard dibêje, bêdengiya NATO û dewletên mezin, dike ku Erdogan rehettir hovîtiyê bike: “Ez ê vê rewşê li her derê îfade bikim, ez li ber vê rabim û nebim şirîkê vî sûcî. Ev erka tevahiya mirovahiyê ye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.