- Endamên Kongra Star a kantona Hesekê li kampa Holê têkildarî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê daxuyaniyek da.
Kongra Star Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê silav kir û bang li civata navneteweyî kir da ku erkên xwe li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ'ê yên li kamp û girtîgehan pêk bîne û dewletên ku destekê didin terorê, nexasim jî dewleta Tirk a dagirker, dadgeh bikin.
Endamên Kongra Star a kantona Hesekê li kampa Holê têkildarî Pêngava Mirovî û Ewlehiyê daxuyaniyek da.
Endama rêveber a Kongra Star a navçeya Zirganê, Delal Mehmûd daxuyanî xwend. Wê got, "Di 25'ê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka QSD'ê qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ'ê li kampa Holê ragihandin. Hêzên me planên çeteyên DAIŞ’ê û kesên ku destekê didin wan, nexasim jî dewleta Tirk a dagirker, têk birin. Dewleta Tirk hewl dide DAIŞ'ê vejîne û gefan li ewlehî û îstiqrara herêmê û ya navneteweyî dixwe."
Dadgeheke navneteweyî ji DAIŞ´iyan
Di dewamê de wê îşaret bi têkiliyên çeteyên DAIŞ´ê û dewleta Tirk kir: "Ev têkilî di êrişa li dijî girtîgeha Sînaa ya Hesekê de eşkere bûn. Pêngav ji bo xilaskirina xelkê, gelê me û niştecihên kampa Holê yên ku dibin qurbanên fikrên tundaw ên DAIŞ'ê ye. DAIŞ hewl dide şêniyan, bi taybet zarokan bi aliyê xwe ve bikişîne, gefan li ewlehî û îstiqrar û jiyana tevahiya niştecihên kampê dixwe.”
Delal Mehmûd bang li dadgeh û civata navneteweyî kir da ku welatiyên xwe yên li kampa Holê vegerînin welatê wan, dadgeheke navneteweyî ava bikin û kesên ku destên wan di xwîna gelê Sûriyê de heye, bixin ber lêpirsînê.
Di dewama daxuyaniyê de wê got, divê civata navneteweyî tevahî erkên xwe li hemberî dosyaya DAIŞ’ê bi cih bîne, her wiha hesa bi bipirse ji wan dewletên ku destekê didin terorê, nexasim jî ji dewleta Tirk a dagirker.
ANHA/HESEKÊ