Herkes bi zimanê xwe dixwîne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 7 Îlon 2024 - 02:45

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 1’ê Îlonê de sala xwendinê ya 2024-2025’an dest pê kir. Li herêmê li 4 hezar û 100 dibistanan 900 hezar xwendekar ji 41 hezar mamosteyan perwerdeyê digirin. Serdema yekem a sala xwendinê wê di 2'yê Çileya 2025'an de biqede, serdema duyemîn jî wê di 15'ê Çileya 2025'an de dest pê bike û di 15'ê Gulanê de biqede. Ji bilî zimanên kurdî û erebî ku zimanên fermî yên herêmê ne, perwerde bi zimanên suryanî, ermenî û tirkî jî tê dayîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku her zarokek bi zimanê xwe yê zikmakî dest bi perwerdeyê dike, mufredata perwerdeyê bi fikra Neteweya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî diyar kir ku armanca pergala perwerdeyê avakirina civakeke exlaqî û polîtîk e û têkildarî sala nû ya xwendinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Samîra Hac Elî da zanîn ku bingeha perwerdehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Neteweya Demokratîk hatiye avêtin û got:“Ereb, kurd, suryanî û tirk her kes bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibe. Her kes heta pola 3.-'yemîn bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde dibe. Di pola 4'emîn de, ji bilî zimanê dayikê, bi zimanê ku pê dijîn û bi zimanê cîranên xwe yên cuda jî perwerdeyê dibînin. Wekî mînak xwendekarekî kurd bi zimanê xwe yê zikmakî dest bi perwerdehiyê dike û piştî pola 3'yemîn qursekê digire û tê de ji bilî kurdî fêrî zimanê kesên ku pê re dijîn jî dibe. Ev dersa ku ji pola 4'an dest pê dike heta pola 12'emîn dewam dike. Li gorî beşa ku hildibijêre dikare zanîngehê jî bidomîne. Her kes di pola 5’emîn de dest bi fêrbûna îngilîzî dike û heta pola 12’an berdewam dike."

Perwerde civakî ye

Semîra Hac Elî destnîşan kir ku di mufredata ku li dibistanan tê dayîn de cîhê pergala perwerdehiya netew-dewletê ya wekî nijadperestî, netewperestî û asîmîlasyonê tune ye û got: "Mufredata tekparêz a rejîma BAAS'ê hat hilweşandin. Her kes bi ziman û baweriya xwe perwerdehiya azad dibîne. Di navbera civak û dibistanê de rasterast têkiliyek heye. Erka her mamosteyî/ê ew e ku rasterast bi malbatên xwendekarên ku wan hîn dikin re di têkiliyê de be, pirsgirêkên ku ew jiyan dikin wekî yên xwe bihesibînin û alîkariya peydakirina çareseriyê bike. Perwerdehiya civakê bi gel re tê diyarkirin."

Li herêmên dagirkirî yektîpî 

Samîra Hec Elî da zanîn ku li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de perwerde yektîpî ye û got: “Ji bo guherandina demografiyê di warê perwerdehiyê de rêbazên DAIŞ’ê hene. Ji bo asîmîlasyonê hewldaneke dijwar heye. Mufredata xwe li ser esasên gihandina nifşekî nijadperest çêkirine." 

MA/EMRÛLLAH ACAR

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.