Xelatên Oscarê ku her sal Akademiya Huner a Sînemayê ya Emerîkayê organîze dike, îsal jî bi merasîmekê hatin dayîn. Merasîma Xelatên Oscarê cara 93’an li Dolby Theatre ya Los Angeles hate lidarxistin. Xelatên Oscarê ji sala 1929’an ve tên dayîn.
Filmê bi navê “Everything Everywhere All at Once (Her tişt li her derî bi yek carê)” di 7 beşan de xelat wergirt û bû filmê herî serketî. Du derhêneran, Daniel Kwan û Daniel Scheinert derhêneriya filmê kiriye.
Her wiha aktrîsta filmî, Michelle Yeoh jî bû lîstikvana jin ya herî serketî. Ev cara yekem e ku jineke Asyayî di vî warî de xelata herî baş werdigire. Michelle Yeoh a 60 salî, got; “Ev xelat nîşaneya baweriyê ye. Xeyalên min pêk hatin. Û ez bang li jinan dikim; bila kes ji were nebêje ku dereng e û wexta hin serketinan derbas bûye. Nehêlin ku kes ji we re vî tiştî bibêje.”
Filmê bi navê “All Quiet on the Western Front (Li bereya rojava ti tiştî nû nîne)” yê derhêner Edward Berger jî di warê dîmensaziyê de bû filmê herî serketî û xelata filmê herî baş yê navneteweyî jî wergirt.
NAVENDA NÛÇEYAN