Hem pistepistek e û hem bilind e

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 2 Tebax 2022 - 21:09

  • Albuma duyem a Hêja bi navê Pistepistek Bilind doh li ser hemû platformên dijital cihê xwe girt. 

Albuma duyem a Hêja bi navê Pistepistek Bilind doh li ser hemû platformên dijital cihê xwe girt. Hêjayê bi maxi-single a xwe ya yekê Stranên Neşuştî bal biribû ser xwe. Herçî pistepistên wê ne, albumeke ji 8 stranan temam kirine.

Hêjayê di albumê de şêweyên rock û pop jî bi kar anîne. Di strana "Masiyê Biçûk" de em elemetên Jazzê jî dibihîzin. Strana "Halê me" ruhê stranên Erîvanê bi me dide bihîstin. Album dibe newa ji bo helbestên Kurdî yê hevçax.

Hêjayê ji helbestên Roşeng Rojbîr, Gulîzer, Şokrî Şahbaz û Şêrko Bêkes re beste çêkirine. Hêjayê gotin û muzîka sê stranan jî bi xwe çêkiriye. Aranjoriya şeş stranan Hêja û Olaf Gödecke bi hev re kirine û her du stranên bi navê "Gîtar" û "Wîskî" dîsa Cansûn Küçüktürk aranje kirine. Ev albûm bi piştgiriya fona muzîkê ya Elman, “Initiative Musik” hatiye çêkirin. Red Music Digitala li Hamburgê, belavkirina albumê girtiye ser xwe. 

Albûm ceribandineke çîrokbêjî ya bi stranan e. Sermeselê, di yekê de qala çîroka masiyekî biçûk dike ku di nav derya û çeman de wenda dibe. Hêja, di vê stranê de îşaret bi nivîskarê Îranî Samad Behrengî dike. Di strana Pistepisteke Bilind de, em wek filmekê çîroka Hemoyê biçûk î boyaxçî dibînin; ji helbesta Şêrko Bêkes. Strana Sobe çavdêriya du çavan e ku li ber perava Heskîfê bi hêrs û hezkirin li Kurdistanê dinêrin.  Di strana Xwelî de evîna jineke bi nefs û bê çare li ber guhê me dikeve. Strana “Halê me” bi awayekî henekçî nifiran dike. Album li ser hesabên dijîtal ênHêja Netirk û Red Music Dijital peyda dibe.

Hêjayê li Zaningeha Boğaziçiyê Edebiyata Ingilîzî xwend. Wê demê li Kluba Folklorê ya Boğaxiçiyê bo sê salan, dersên stranbêjî û muzîkê girtin, li ser muzîka gelerî ya Kurdan û dengbêjiyê lêkolîn kirin û ket nav karên berhevkirina stran, klam û çîrokên Kurdî. Piştî ku ji zaningeha Columbiayê ya li New Yorkê bo Masterê hat qebûl kirin, dema xwe amade dikir biçe Emerîkayê ji ber sedemên siyasî hat girtin. Li girtîgehê xwe hînî gîtarê kir û dest bi çêkirina besteyan kir. Niha li Elmanyayê penaber e. Sala 2020’an wê albuma xwe ya yekê Stranên Neşuştî derxist. 

HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.