• KOM Muzîkê bi daxuyaniyekê da zanîn ku daxuyaniya Serdar Ortaç a dibêje wî bi xwediyê mafê strana Cahiltî re li hev kiriye, ji bo "xapandinê" ye.

Stranbêjê Tirkan, Serdar Ortaç strana Cahiltî ya di albûma 1978ʼan a Koma Wetan de derçûyî, wergerandibû Tirkî û bi heman melodiyê di albûmê de bi cih kiribû. Wî di bernameyeke televîzyonê de îdîa kiribû ku wî bi aliyên meseleyê re li hev kiriye. Lê belê xwediyê mafên stranê û albûmê, KOM Muzîkê bi daxuyaniyekê da zanîn ku daxuyaniya Serdar Ortaç ji bo "xapandinê" ye.
Serdar Ortaç sala 1999´an ji ber ku got, "ez ê straneke bi Kurdî çêkim" tevlî nav lînca li dijî Ahmet Kaya bûbû, derket holê ku beriya wê bi salekê, wî straneke bi Kurdî, bê destûr wergerandiye Tirkî û di albûma xwe de bi cih kiriye. Li ser meseleyê Serdar Ortaç got, "Di hepsê de min ji hevalekî xwe yê ji hepsê bihîst. Piştre xwediyê stranê ez dîtim, me li hev kir." Serokê Bajêr ê HDPʼa Stenbolê Erdal Avci ev derewa Serdar Ortaç lê eşkere kir.
Strana ku wî ji Kurmanciyê dizî, ya koma muzîka rockê ya Kurd, Koma Wetan bû. Di albûma wê ya sala 1978’an de strana ‘Cahiltî’, di nav lepên Serdar Ortaç de bû "Cahil" a bi tirkî û sala 1999ʼan di albûma wê de derket.
30´ê Tîrmeha bihurî di kanala Haber Global de di bernameyekê de wî got, "Di hepsê de min ji hevalekî xwe yê ji hepsê bihîst. Min nezanî ez stranê ji kê bikirim. Piştre xwediyê stranê ez dîtim, got, ev stran bi Kurdî ye û ya me ye. Me li hev kir."
Hevserokê Rêxistina Bajêr a HDPʼa Stenbolê, Erdal Avci bi xwe Serdar Ortaç li derewê qeliband û got, “Serdar Ortaç derewan dike, timî revî, ti lihevkirin çênebû".

Bila doza lêborînê bike
û heqê berhemê bide
KOM Muzik a ku mafên albûma strana Cahiltî jî tê de yên wê ne, li ser meseleyê daxuyanî da. Kom Muzikê bi bîr xist ku gotin û awaza stranê yên Kerem Gerdenzêrî ne û mafê çap û edîsyonê jî yên KOM Muzikê ne. KOM Muzikê da zanîn ku stranbêjê Tirk gotiye, "Tiştekî ez bikim nîne, min digot qey stran anonîm e" û bi vî awayî guh nedaya dozên wan.
KOM Muzikê got, "Em dibînin ku Ortaç li dijî hunermedên Kurd helwêstên xwe yên manîpulasyonê dewam dike. Muzîk, huner û afirandinên Kurdî bêxwedî nînin. Bi sedan stranên Kurdî bêdestûr li zimanên din hatine vegerandin û talana çandî hatiye kirin. Strana Cahiltî yek ji van e. Serdar Ortaç ev stran bê destûr zimanê wî guherand û weke ku lihevkirinek hebe hewl dide raya giştî bixapîne. Ji ber wê di serî de divê doza lêborînê bike ji guhdarên muzîka Kurdî, Kerem Gerdenzerî û KOM Muzikê û bersiva dozên me yên ji bo vê berhemê bi awayekî durist û hiqûqî bê dayîn. Bizanin ku muzîk û hunerê Kurdî bê xwedî nîne."

STENBOL