Weşanxaneya Sîtavê ya ku navenda wê li Wanê ye, vê carê jî kitêbeke helbestan a bi navê “Çar Stêrk” çap kiriye. Helbestkar Dildar Didêrî ye.

Weşanxaneya Sîtavê, Dildar Didêrî û kitêba wî ya helbestan “Çar Stêrk” wiha dide nasîn;

“Dildar Didêrî yek ji dengbêjên ciwan e ku di temenekî gelekî piçûk de stranan dibêje. Bixwe koçer e, ev yek bûye sedem ku di zarokatiya xwe de li gelek deverên welêt bigere û çanda wan deveran nas bike. Dildar gelek salan li Navenda Çand Mezopotamyayê (NÇM) û li Akademiya Çand û Huner a Nûdayê xebatên çand û hunerî kirine. Ev bûye sedem ku tevî çanda dengbêjiyê, çanda Kurdî jî baş nas bike. 

Dildar helbestên bi bîra dengbêjiya Kurdî hûnandine û pêşkêşî xwendevanên xwe kirine. Helbestên ku li ser evîn, welatparêzî, hevaltî û heskirina welat hatine hûnandin xwedî wêjeyeke têr û tijî ne.”

NAVENDA NÛÇEYAN