Mirin, xerîbî, eşq, şahî, zarokanîn, kul û keser dikin ku şair bibêjin, "ezî bi diyarê … ketim, xopanê bila bişewite" yan "Nemînim…", yan "Dêlbazo tîlo berda, berda ser cezmazer de...", yan jî "Bûkê delalê bûka Kurda ye, şêrînê ezîzê bûka Kurda ye…"
Di van nimûneyan de tişta em jê re dibêjin helbest û sedemên çêkirina tişta em jê re dibêjin helbest heye. Yanî îfadekirina hestan bi ziman. Ji bo gelekan tiştekî besît e, lê ma tiştekî weke ziman rasyonel, çawa bi mucereda muceredan dakeve?
Muhtemel e ku bersiva vê pirsê efsûna helbestê jî rave bike. Lê tenê muhtemel e. Helbestê ji şairên milet ên beriya mîladê heta bi helbestkarên vê heyama me gelek qonax li dûv xwe hiştin.
Ewqas qonax ku carinan bi hin mirovên weke min re hisa şîngirêdanekê çêdibe gava helbesteke kevin ber guh yan jî çavê wan dikeve. Şîngirêdana ji ber zena mirina helbestê.
Ji teknîkên ji bo estetîka nivîs û bihîstinê hatin bipêşxistin -qafiye, weznên cihê û wekî din-, heta bi mecaza ku xwe dispêre qalibên devkî yên miletan, hemû bûn helbest yan jî parçeyên helbestê. Çîrok jî parçeyekî helbestê ye, lê êdî em li tixûbekî sekinîne ku em nizanin, helbest li ku bi dawî dibe, pexşan kengê keysê ji wê distîne. Heta hinek ji me êdî nizanin, yan jî ji hev dernaxin ka helbestê dest pê kiriye yan na? Wilo, zeneke mirina wê peyda dibe bi hinan re. Ha ew şîngirêdana li jor min behsa wê kir jî, piçekî ji ber vê ye. Lê belkî jî ev îluzyoneke din e ku şairan çêkir. Ma huner di fîksiyonê de jî ne îluzyon e? Çima di helbestê de derew ne îluzyon be û ew îluzyon ne huner be.
Gava me halo navê çîrokê jî bi helbestê re hilda, gelek wê li nivîsê bifikirin, lê rastî ne ew e. Çîroka helbestê jî ji beriya nivîsê ye, qet nebe ji bo me Kurmancan. Gava şîna neçûna nêçîrê tê girêdan, şairên -îro gelek ji wan re dengbêj dibêjin- Botan gotine:
Hesab û hesabdarên me vêketin
Herê dibê, Çirî çi çoye, pa ne çi maye
Erê Çiriya Ewel xelas bû, ya paşî çare maye*
Hest mubalexe ne, yanî li ser wê arafa di navbera rastî û derewê de ne. Gava tesîra wan li ser me ye ew rastiya xwerû ne. Gava tesîra wan li ser me nîne, ew derewa bi tisî ne. Ji bo vê mecaz weke ruhpêanîna hestan di helbestê de bi cih e. Bila êdî Remezanê Mala Sivûk ji Torê gava bi şerkî "Smaîlê Eyo, Lo lo siwaro" dibêje, şairtiyê bike:
Lo lo siwaro heyran ezê li vir im,
delalê dilê mino ezê li vir im
Lo ne li wê me
Û wele ezê baraneke hûr im
lo tevlî bê me
Ezî ewrekî reş û tarî me
lo li ser behrê me
Wele ezê li dewsa Smaîlê Eyo,
bavê Mahmûd de maqûlê mala bavê mino siwarê hespê şê me**
Ji şairên postmoderna Emerîkayê, Charles Berstein belkî mînakeke ne xirab be ji bo liberhevgirtinê:
Ew xwe li hev digirin saet bi saet
bi wê pêjn û hêviya dibêje, nema
êdî tiştekî em bikin. "Sandiwîçekê hazir bike
& em wê paşê bixwin". Û helbet,
Pêjn têra xwe lê ye, hesabê wê kiriye
Ji bo pirraniya, êdî ka çi çalakî be
Ya ku em li dar dixin. Heta hetayê di ser zemên re dikin vizênî
Bêyî ku ji wan bê, tê de bijîn…***
Axir helbest maye yan nemaye, dibe minaqeşeyeke ne berdest. Lewma heger şair hene, helbest jî heye. Lê mirov dikare lê binihêre helbest çawa hebûye, çawa heye û belkî wê çawa hebe. Her kes wê ji her qonax û halê helbestê jî hez neke. Her nûkerî jî ne ileh ji bo her kesî xweşik û serketî ye. Helbesta di hafa dilê min de li ser text rûniştî, her ya Kurmancî ye ku ji şeran dadiwerive. Min belesebeb navê Remezanê Mala Sivûk hilneda.
* Mehdiyê Evdilqadirê Ripinî, tebaxa 2003´yan got û min jî qeyd kir.
** Bi şaşî weke "lawkê heftê şê me" jî hatiye gotin.
*** Ji helbesta wî ya bi navê "As If the Trees By Their Very Roots Had Hold of Us (Weke ku daran xwe bi kokên xwe bi xwe gihandibin me)". Wergera min e.