HAT’ê serçeteyekî din girt

Duşem 6 Îlon 2021 - 23:24

Hêzên Ewlekariya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî serçeteyekî şaneyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê girtiye. 

Têkildarî mijarê Hêzên Ewlekariya Hundir daxuyaniyek da û got, “Di encama dewama xebata yekîneyên me yên taybet HAT’ê ji bo têkbirina sûcên terorê û serdegirtina endamên terorê de, guman bir ser çeteyekî li bajarokê Ezbe yê rojhilatê Dêra Zorê. Lê ew yek piştî xebatên çavdêrî, lêpirsîn, komkirina agahî û belgeyan pêk hat; van nîşan dida ku destê wî di piştgiriya çeteyên sûcdar de heye û mayînan diçînin, sivîl û leşkeran digirin.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew çete bi kemîneke HAT’ê û bi piştgiriya hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî hatiye girtin. Her wiha komek ji çek, alavên çêkirina mayînan û dosyayên îsbatkirina tevlîbûna wî li DAIŞ’ê hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, çeteyê hatiye girtin li xwe mikur hatiye ku wî gelek êrişên terorê pêk anîne û şaneyên veşartî bi piştevaniya ajandeyên derve bi rê ve birine. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.