Li bakurê Elmanyayê, Wezareta Çandê û Medyayê ya eyaleta Hamburgê destek da 9 projeyên navneteweyî yên çandî di navbera saziyên cihê yên çandî û hunermendên ji derveyî Elmanyayê. Wezaretê ji bo van projeyan 216 hezar Euro veqetandin. Di nava van projeyan de ya komleya "Diversity in Arts" bi hevkariya aktor û wergêrê Kurd Alan Ciwan re jî heye. Proje wê çîrokên Kurdî bi performanseke înteraktîf a çîrokgotinê pêşkêş bike.

Di nava projeyan de sê projeyên filman jî hene û yek jê ya komeleya Fuluxus bi hevkariya derhênerê Kurd ê ji Başûr Krekar Mihemmed re ye. Krekar Mihemed filmekî li Schanzenpark a Hamburgê çêdike û ew ê berê xwe bide fikar û meseleyên koçberên ku li dora maseyeke tenîsî tên cem hev û hev dibînin. Wekî din projeyên hunermendên ji Ukrayna, Sûrî û Efxanistanê jî hatine destekkirin.

HAMBURG