‘Haenyeo’ yan jî jinên behrê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 04:33

Li eyaleta Jeju ya Koreyê komek jinên temen mezin, ji bo ajalên bin behrê bigirin, xwe berdidin binê behrê û debara xwe bi vî awayî dikin. Gelek ji wan dapîr in û ji wan re “Haenyeo” yanî “Jinên behrê” tê gotin. A rast ev karên ku dikin, rêûresmeke kevn e, ji mêj ve ev kar tê kirin. Dîroka vî karî heta bi beriya mîladê bi 434 salan diçe. Tişta xerîb û balkêş ew e ku ev jinên xwe noqî bin behrê dikin, ne jinên ciwan in, lê jinên pîr in. Ew dikarin di bin avê de qederê 2 deqîqeyan bêhna xwe bigirin û qet bêhna xwe bernedin. Jinên ku weke “Haenyeo” tên bi navkirin, bêhtir di ser 60 salî de ne.

Wênegir Alain Schroder ji bo koleksiyona xwe ya bi navê “Grandma Divers” bi van “Jinên behrê” re wexteke dirêj derbas dike. Ew bi wêneyên xwe dike ku ev jin û karên dikin, bêhtir werin naskirin. Destpêkê ew sala 2019’an diçe serdana Girava Jejudo û li vir dibîne ka ev jin di bin avê de çawa nêçîrê dikin û heywanên bin avê digirin. Ev kar pirr bala wî dikişîne û dixwaze wêneyên van jinan bigire, lê alavên wî têra vê yekê nakin. Ew dixwaze wêneyên baştir bigire ji lewre vedigere welatê xwe Belçîkayê. Lê karên ku ev jin dikin qet ji bîra wî naçe û ew piştî demekê dîsa vedigere Koreyê da ku wêneyên “Jinên behrê” bigire. Wergêrekî jî bi xwe re dibe û bi saya wî vî karî dibe serî. Serê ewilî, zehmetiyan dikişîne û jinên behrê jî ji hebûna wî ne razî ne. Lê piştî demekê, ew xwe bi wan dide qebûlkirin û di dawiyê de ev portereyên wî yên xweşik bi derdikevin holê. 

 

45 sal e bi awayekî profesyonel dixebite

Alain Schroder gava dibe 16 salî xwe li fakulteya hunerên bedew qeyd dike û li pirtûkxaneyan gelek pirtûkên hunerî dixwîne. Piştî van pirtûkan bi teşwîqa berpirsyarê pirtûkxaneyê bala wî diçe ser kovarên wêneyan. Nexasim kovara bi navê “Photo” ya Fransî pirr bala wî dikişîne û gelek serpêhatiyên di vê kovarê de dixwîne. Piştî wê ji kovara “Zomm”ê fêrî gelek tiştan dibe. Wî Cartier Bresson û Kodelka jî bi vî awayî kifş kirin. Dema karê wan dibîne êdî biryarê dide ku tenê karê wênegiriyê bike. Cara peşî diçe Efxenîstanê û paşê jî li gelek welatan digere û wêneyan digire. Bi qasî 10 salan weke wênegirekî serbest dixebite. Lê sala 1989’an tevî du hevalên xwe ajansa bi navê “Reporters” ava dike. Yanî ew 45 sal in ku ew weke wênegirekî profesyonel kar dike.

Di nav şertên zehmet de nêçîra bin behrê

Alain Schroeder dibêje, ev jinên “Haenyeo” di nav şert û mercên zehmet de karên xwe dikin û dikarin bi qasî 8 saetan di nav avê de bimînin: “Ev kar bi salan e heye, lê di sedsala 18’an de dikeve destê jinan. Piştî ku ev kar kete destê jinan, li herêmê civakeke maderşahî derdikeve pêş. Jin ji pêdiviyên malê û her wiha lêçûna malê berpirsyar bûn. Di van demên dawiyê de ji ber zehmetiya kar, hejmara wan kêm bûye lê dîsa jî qederê 4 hezar jinî, niha vî karî dikin. UNESCO jî vî karî weke mîrateya dîrokî ya rêûresma “Haenyeo”, girt nav lîsteya xwe.”

 

Bi estetîka reş û spî nîşandan hêza jinan

Alain Schroeder wêneyên xwe reş û spî girtine. Ji bo karibe wêneyên xwe hinekî din dramatîk nîşan bide, lensên fereh bi kar anîne. Wî bi vî awayî xwestiye jinan weke kesên bi hêz nîşan bide. Ronahiya gewrik, atmosferek baş ava kiriye. Dema wêneyên xwe girtine jî tim baran bariyaye û ji bo wêneyan bigire sîwan bi kar aniye. Ew dibêje, “Heta min bala wan kişand ser xwe, ez pirr êşiyam.” Jixwe, çend jinan nehiştiye ku wêneyên wan bigire. Ev portreyên Schroeder, wêneyên wan jinan e yên ku bi awayekî hatine îqnakirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.