- Weşanxaneya Sîtavê pirtûkeke nû ya bi navê “Gurcistan; Warê Guran” çap kir.
Weşanxaneya Sîtavê pirtûkeke nû ya bi navê “Gurcistan; Warê Guran” çap kir. Nivîskar Burhan Korkmaz vê pirtûkê di gera xwe ya Gurcistanê de nivîsiye û serpêhatiyên xwe vedibêje.
Qahir Bateyî ku xwediyê Weşanxaneya Sîtavê ye Burhan Korkmaz û berhema wî wiha dide nasîn;“Burhan Korkmaz gerokekî Kurd e ku ev çend sal e li dinyayê digere. Heta niha li heft welatan gerîyaye. Li welatên ku lê digere ziman û çanda wan hîn dibe her wiha der barê wan welatan de dibe xwedî agahî. Nivîskar der barê wan gerên xwe de dinivîse û çavdêrîyên xwe wekî pirtûk pêşkêşî xwendevanên xwe dike.
Ev berhama nivîskar ya duyem e. Di vê berhemê de nivîskar der barê gera xwe ya li Gurcistanê de çavdêrîyên xwe nivîsandine. Mirov bi xwendina vê berhemê derbarê Gurcistanê de, derbarê çand û jiyana wan de fêrî gelek tiştan dibe. Nivîskar çavdêrîyên xwe bi rengekî xwezayî pêşkêşî xwendevanan dike. Hûn jî vê berhemê bixwînin û derbarê Gurcistanê de gelek tiştan hîn bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN