Gundekî entellektuel: Pampa Kurdan 

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Kanûn 2021 - 22:03

  • Dema ku qala Kurdên Qefqazan tê kirin, bê guman yekemîn welatê ku tê bîra mirov Ermenistan e.

ÎSMET KONAK / MA/AMED

Dema ku qala Kurdên Qefqazan tê kirin, bê guman yekemîn welatê ku tê bîra mirov Ermenistan e. Li gorî agahiyên ku nivîskarê Kurd ê Ermenistanê Mirazê Cemal daye, niha li Ermenistanê 21 gundên Kurdan hene. Li gorî texmînan li welêt 40 hezar Kurd hene. Ji van gundan 10 jê li herêma Elegezê ne. Pirraniya Kurdên ku li herêmê bi cih bûne, Êzîdî ne. Koça Kurdên Êzîdî ya herêma Elegezê di sala 1820'an de dest pê kiriye. Ew ji br zilma Osmaniyan reviyane. Li herêmê yek ji gundê ku herî zêde raser e, gundê Pampa Kurda ye. Navê gund sala 1978'an weke Sîpan hatiye guhertin. Tê zanîn ku navê Pampa ji çiyayê Pambak hatiye girtin. Ewilî eşîra ku li gundê Pampa bi cih bûye jî eşîra Şemskî ya malbata Mistiyê Şemo ye. 

Gundê Pampa Kurda ango Gundê Sîpan ku li herêma Elegez a Ermenistanê ye, di hêla dîroka Kurdên Êzîdî de girîng e. Gund, ji bo Êzîdiyên Qersê ku ji êrişa Tirkan a sala 1918'an reviyane bûye stargeh.  

Her wiha gundê Pampa Kurda ji bo wêjeya Kurdî jî xwedî cihekî taybet e. Ji gund kesên întelektuel ên mîna Cewoyê Emer, Wezîre Eşo, Ferîkê Ûsiv, Emerîkê Serdar û Ezîzê Cewo derketine. 

Malbata Mamoyan û şexsiyetên bijarte

Yek ji malbatên ku destpêkê li gund bi cih bûye jî malbata Mamoyan e. Malbata Mamoyan bi taybetî di sedsala 20’an de şexsiyetên bijarte gihandiye.

Dibêjin koka nivîskar û dîroknas Ezîzê Cewo (Mamoyan) heta bi Amedê diçe. Malbat dide zanîn ku ew beriya 200 salan ji Hezroyê derketiye. Nexasim bavê Ezîzê Cewo, Cewoyê Emer (Mamoyan) yek ji portreyên remza gundê Pampa bûye. Cewoyê Emer, sala 1917'an ji dayik bûye û di navbera salên 1938 û 1940'an de li dibistana gund weke sermamoste xebitiye. Dema ku bi perwerdeyê re mijûl bûye, dema leşkeriya wî tê di çileyê sala 1940'î de li Qefqaza Bakur dest bi leşkeriyê dike. Hingê artêşa Nazî ya faşîst Lehistan dagir kiriye û gef li xaka Sovyetê dixwarin. Di 22'ê hezîrana 1941’ê de Naziyan êrişî Yekitiya Sovyetê kir û şer li tevahiya dinyayê belav bû. Li ser vê Alaya 688’an a ku Cewoyê Emer jî di nav de cih digire, di Tebaxa 1941’ê de li Eniya Rojava ji aliyê Smolenksê ve tevlî şerê li dijî Naziyan dibe. Nêzî şerê salekê Emer di 10'ê Tebaxa 1941'an de bi giranî birîndar dibe. Piştî ku 9 mehan li nexweşxaneyê derman dibe, vedigere Elegezê. 
 
Wezîrê Eşo û serpêhatiya malbata wî 

Cewoyê Emer piştî şer li gundê Pampaya Kurda sermamostetiyê dewam dike û di heman demê de dersên Kurdî û Ermenkî dide. Piştî demekê Cewoyê Emer bi nîşana "mamosteyê bişeref ê komarê" hatibû xelatkirin. Di nav xwendekarên Cewoyê Emer de xwendekarên mîna Wezîrê Eşo, Ferîkê Ûsiv û Emerîkê Serdar ku navê xwe di dîroka Kurdolojiyê de bi tîpên zêrîn nivîsandine, hebûne. Ji van, serpêhatiya nivîskar, rojnameger, dîroknas û wergêr Wezîrê Eşo ya Pampa Kurda balkêş e. Malbata wî ji ber zilma Osmaniyan xwe avêtiye bextê rayedarên Rûsya Çarîtiyê. Kalê wî Navo jî di nav de komeke ji 5 kesan bi Waliyê Qefqazan Knez Vorontsov şêwirîne û daxwaza starê jê kirine. Bersiv erênî bûye û ji deşta Zêdeka nêzî 400 Kurdên Êzîdî koçî oblasta Qersê dikin.

Li vir li 16 gundan bi cih dibin. Lê sala 1918'an di bin fermandariya Kazim Karabekîr de Artêşa Tirk êrişî Qersê dike û bi êrişê re Kurdên Êzîdî bi "museletîbûnê" re rû bi rû dimînin. Gelek Êzîdî tên qetilkirin. Beşek ji wan jî xelas dibin. Yek ji wan malbata malbata Wezîrê Eşo ye. Malbata destpêkê diçe Aleksandropolê (Leninakan/Gumru) ye û piştre li Pampa Kurda bi cih dibe. Ji ber nexweşiya kolerayê ku wê demê li Ermenistanê derketiye, malbat ji bo demekê koçî Tiflîsê dike. Wezîrê Eşo li vir di 1'ê Mijdara 1934'an de ji dayik bûye. Navê wî yê rasteqîn Vazgen Muradyan e. Piştre li Pampa Kurda mezin bûye û perwerde bûye. 

Yek ji kesên ku Gundê Pampa Kurda gihandiye Ferîkê Ûsiv e. Malbata wî jî ji Qersê koçî Ermenistanê kiriye. Ferîkê Ûsiv ji eşîra Sipkî ye û sala 1934'an ji dayik bûye. Di wêje, dîrok û wergêrê de xwediyê hilberîneke bêhampa ye. Helbestên wî di rojnameya Riya Teze de hatine weşandin. Ji bo demekê weke rêveberekî yekîneya zimanê Kurdî ya Radyoya Erîwanê xebitiye. Berhemên Shakespeare, Goethe, Lermontov, Puşkîn û Yesenîn wergerandine Kurmanciyê. 

Emerîkê Serdar, redaktorê Ria Teze

Yek ji xwendekarên serketî yê Cewoyê Emer, Emerîkê Serdar e. Serdar, sala 1935'an li Pampa Kurda ji dayik bûye. Bavê wî Dewrêşê Serdar tevlî Şerê Duyemîn ê Cîhanê bûye û careke din venegeriyaye. Emerîkê Serdar ji aliyê dayika xwe Sayrê Xido ve hatiye mezinkirin û bi taybetî navê xwe bi Ria Teze daye bihîstin. Ji sala 1962'yan heta 2006'an redaktoriya rojnameyê kiriye. Ji bilî vê wergêrî jî kiriye. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.