Qanatê Kurdo; akademîsyenê zimanê Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 2 Mijdar 2023 - 00:30

Qanatê Kurdo yêk ji kurdolog, nivîskar, dirokzan û zimanzanên bi nav û denge ku ji bakurê Kurdistanê ye. Ew Êzidiyek ku ji ber qirkirinan koçî Ermenîstanê kiriye. Heya dawiya emrê xwe ji bo xizmeta ziman, çand û hebûna Kurd û Kurdistanîbûnê xebitî û li pey xwe gelek berhemên giranbiha hiştin.

Malbata Kurdoev yek ji wan bi deh hezaran malbatên Kurdan bû ku piştî qirkirinan berê xwe di destpêka sedsala 20´an de mişext bû û li Ermenistanê bi cih bûn. Yek ji van malbatên Kurd jî malbata Kurdoev bû. Ew malbateke Êzîdî bû. 

Navê wî yê rastîn Qanat Kalaşevîç Kurdoev e û weke yek ji damezrînerên Kurdolojiyê yê herî girîng tê qebûlkirin û nasîn. 12’ê Îlona sala 1909’an li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ji gundê Sûsûzê yê Dîgor ser bi Qersê ye. Piştî ku Êzîdî jî di salên Şerê Cîhanê yê Yêkem de ku di navbera 1914-1918 de ketin ber qirkeriya Osmaniyan, malbata Kurdoyev jî mecbûr ma ji Kurdistanê derkeve. Ew berê xwe didin Gurcistanê, li bajarê Tiblîsê bicih dibin. Qanatê Kurdo hîna piçûk e, bavê wî wefat dike. Dayîka wî bi pismamê wî re dizewice û li Tiblîsê jiyana xwe ava dikin.

Lêkolerê payebilind li Înstîtûya Zanistê

Qanatê Kurdo sala 1922’yan de dest bi xwendinê dike. Dibistana seretayî jî li Tiblîsê xilas dike. Di sala 1928’an de ji bo xwedina xwe bidomîne diçe St. Petersburgê (Lenîngrada hingê). Li ser pêşniyaza Partiya Komunîst a Ermenîstanê, ji bo xwendina Fakulteya Xebatê ya Kêmarên Neteweyî li Înstîtûya Zimanên Zindî yên Rojhilatî, wî dişînin Êrîvanê.

Piştî qedandina Fakulteya Civakî û Aborî di sala 1931’ê de ew dikeve Înstîtûya Lenîngradê ya Dîrok, Felsefe, Zimannasî û Wêjeyî û ji Fakulteya Fîlolojiyê ya Zanîngeha Lenîngradê sala 1939´an mezûn dibe. Ji sala 1939’an heta 1941’an jî dibe lêkolînerê payebilind li Înstîtûya Etnografiyê ya Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê. Kanatê Kurdo, zêdeyî çariyek sedsalê serokê Koma Kurdolojiyê ya Şaxê Lênîngradê yê Înstîtûya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanyarî ya Yekîtiya Sovyetê bû. Ew ji mamosteyê xwe yê akademîsyen I. A. Orbelî hînî pirr tiştandibû û bi xwe jî hîn dikir.

Qanatê Kurdo di Şerê Cîhanê yê Duyem de ji sala 1943’an heta 1945’an li Bereya Baltîkê tevlî şer bûye.

Qanatê Kurdo nivîskarê berhemên bingehîn ên wekî “Rêzimana zimanê kurdî (Kurmancî)”, Rêzimana zimanê kurdî li ser bingeha zaravayên kurmancî û soranî”, û her wiha gelek gotarên li ser morfolojî, hevoksazî û ferhenga zimanê kurdî ye. Wî weke akademîsyenekî ev berhem hazir kirin.

Wekî din wê “Ferhenga Kurdî-Rûsî (Kurmancî)” û “Ferhenga Kurdî-Rûsî (Soranî)” hene ku wî bi Z. A. Yusupova re amade kirine.

Qanatê Kurdo 31’ê Cotmehê sala 1985’an wefat kir û li bajarê St. Petersburgê li goristana Bogoslovskoye hatiye definkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.