Malbata Birikê, binemala dengbêjiyê ye. Serdarê kalikê wan, herdu kurên wî Biro û Emer, çawa jî Şeroyê kurê Biro bi wisa jî Fariz û Hemîdê kurên Emer jî dengbêj in. Dengbêjiya Mala Birikê eyan e û wek ekolekê ye. Terzê strandina dengbêjên malbatê diyar e; dengekî xurt, zelal, bilind û bi teqil e. Yên ku parîkî ji dengbêjiyê fêm dikin dema ku li dengbêjên vê malê guhdarî dikin, nasnekin jî bi seda û kubra dengê wan tê derdixin ku ev dengbêj ji mala Birikê ye.
Mala Birikê ji bereka Mamtaciyan e. Dema Behlûl Paşa li serwerê Bazîdê ye, bi tev li êla Hesiniyan tên Bazîdê, li gundê Ortiliyê bi cih û war dibin. Ji ber wê ye ku ji wan re dibêjin êla Ortiliyan jî. Demekê şûnde ji wir jî derbasî herema Surmeliyê dibin û heya rev û beza sala 1915’an jî li vê heremê di bin serweriya Ûsiv Begê Hesen Axa de dijîn. Ji kurên Serdêr, Biro li Sûrmeliyê, Emer jî li Qereqûyiyê bi cih û war bûne.
Şeroyê Nixuriyê Biro û Hacê sala 1900’î de li Surmeliyê ji dayik dibe. Dengbêjiyê ji zarokatiyê ve ji Biroyê bavê xwe û Emerê apê xwe hîn dibe. Wî stranên Evdalê Zeynikê jî ji wan girtine. Stranên Gundê Mistê Kalo, Hekîmo, Emînê û gelekên din yên wî bi xwe ne. Erê Şeroyê Biro di Radyoya Rewanê de bi tenê kurdî straye û dengê wî hatiye qeyd kirin, lê bi gotina Dengbêj Feyzoyê Rizo di şahiyan de ji bilî Kurdî, bi Tirkî, Gurckî, Ermenkî jî straye. Hem jî ne bi aynoyna (ne ji rêzê) xweş straye.
Dê ewladên xwe diavêjin û direvin
Ji dengbêjên malbatê, Mecîdê Fariz jî di sala 1911’an de li gundê Qerequyiyê ji dayik bûye. Ew jî ji Farizê bavê xwe hînî dengbêjiyê bûye. Stranên Şeroyê Biro hemûyan ew jî distrê. Strana wî ya Gede lawko, bi navê wî tê bibîranîn. “Bila ayê wan ji wan nemaman re nemîne.” Dema ku di sala 1915’an de ji nişkave hej dikeve cimeatê û rev û bez dest pê dikê, Şeroyê Biro panzdeh, Mecîdê Fariz çar û Pêrîşana xwîşka wî jî sê salî bûye. Ji bo rûmeta wan bin pê nebe, ewladên xwe diavêjin û direvin.
Xwe li Çemê Erez dixin
Biroyê bavê Şero û Emerê apê wî ji berî vê rev û bezê mirîbûne, mezinê malbatê Farizê pismamê wî bûye. Fariz deh, panzdeh salan ji Şero mezintir e. Ew di serê salên 1880’yî de li Qerequyiyê ji dayik bûye. Dema hej dikeve êlê Fariz li ber pêz bûye. Hevjîna wî zarên xwe dihêle û direve. Zarezar dikeve Mecîd û Pêrîşana piçûk, li gerê digirîn. Hemîdê Apê wan têrekê hildide, her zarekê dike aliyekî têrê, diavêje ser milê xwe û xwe li çemê Erez dixe. Fariz kerî û siruyan dihêle, tê digîhîje malbatê li alî Ermenistanê di gundê Qarxûnê de bi cih û war dibin. Fariz hem mezinatiya mala xwe, hem jî ya mala Biroyê Apê xwe dike. Dema çaxê zewaca wî tê ji Şeroyê pismamê xwe re li gundê Tilik, Kewa Dewrêş dixwaze. Şero ji bo debarê di sala 1937’an de ji Ermenistanê koçî Gurcistanê, bajarê Tiblîsê dike. Bi çûyîna wî re malbata Farizê pismamê wî jî di sala 1943’yan de ji Qarxûnê bar dikin, diçin gundê Vermezyarê.
Dengbêjiya Pêrîşanê
Ji dengbêjên malbatê yên jin ya ku herî navdar û eyan Pêrîşana xwîşka Şero ye. Pêrîşan di ser xwe re dengbêjan nas nake û bi wî awayî jî dengbêjên mêr dixe rêzê. Neferên mala Pêrîşanê weke koma hunerê bûye. Hevjînê wê li mêyê û zirnê, Mecîdê kurê wê li defê dixe, Husê kurê wê jî wek diya xwe distrê.
Ji şerma kilaman nabêje
Ji dengbêjên malbatê, Feyzoyê Rizo di serê sala 1954’an de li gundê Vermezyara nehiya Eşmedzînê ji dayik dibe. Heya pola heştan dixwîne. Di sala 1971’ê de dizewice û 1972’yan de jî diçe leşkeriyê. Heya dû leşkeriyê ji şerma nestraye. Erê li cem wî meqam hene, hema wisa “ginegina” wî ye, xwe bi xwe distrê, lê li hember kesan şerm dike, nastrê. Hemîd û Ûsivê birayên wî, her pênc xwîşkên wî di zarokatiya xwe de dest pê dikin, distrên lê ew na. Rizoyê bavê wan jî dengbêj e û mirovekî pirr dil bi rehm e. Ji ber ku zarên birayê wî, dengbêj Mecîdê Fariz çênabin bi bûyînê re, Hemîdê kurê xwe dide birayê xwe. Hemîd di mala Mecîdê apê xwe de mezin dibe û li ber destê wî hînî dengbêjiyê jî dibe, ji ber wê ye ku jê re dibêjin Hemîdê Mecîd.
Şermê davêje aliyekî
Feyzoyê Rizo li dû leşkeriyê bi Mecîdê apê xwe re diçe Tiblîsê mala Şeroyê apê xwe. Mecîd ji bo şerma rûyê wî bişkêne ji Şero re dibêje; “Şero tu zanî Feyzo jî distrê “. Şero dibêje; “Ronaya apê xwe hela ka bistrê ez bibîhîsim.” Feyzo şermê diavêje aliyekî, destê xwe dide li bin peleguhê xwe û deng dide strana Şeroyê apê xwe ya “Kosedaxî”yê Şeroyê apê wî hestewar dibe, xwe nagire bi şabûnê digirî. Bi kutabûna stranê re dibêje; “Mecîd, şikur ji mala te Xwedayî re, wekî pey me re, min digot gelo qe ji Mala Birikê dengbêj derên, wa ye şikur Feyzo distrê”
Meqamê mala bavo ji bîr nekî!
Ji wê şûnda êdî Feyzoyê Rizo bênavber distrê. Di bin bandora dengbêjiya Şeroyê Apê xwe da maye, stranên wî distrê. Karapêtê Xaço tê mala wan diçe ji wî jî gelek tiştan û stranan digire. Bi heman awayî stranên Efoyê Esed, Reşîdê Baso, Şakiro û gelek dengbêjên ku stranên wan ji wî xweş tên distrê. Dema Mecidê apê wî di ber nezra rûh de ye ji Feyzoyê biraziyê xwe re dibêje; “Feyzo ez ê gunehê xwe têxime stuyê te, ji du me maqamê mala bavê xwe ji bîr nekî. Ji pey me ra bêjî. Herî şayiyan da bistrêyî, xelqê bêje wey rehma Xwedê wî dersdarî be, kê tu hînî kilama kirî.”
Me newêrîbû bigota ‘Mecîd miriye!’
Mecîd di 9’ê çileyê sala 1985’an de jiyana xwe ji dest dide. Ûsiv û Keremê kurên Şeroyê Biro ji Tiblîsê tên hewariyê, şînê. Dibêjin: “Me newêribû ku ji Şero re bigota Mecîd miriye. Me bigota dilê wî yê bisekiniya.” Heya çilê Mecîd li wir dimînin, çilê wî didin, rûyê xwe kur dikin û peyra vedigerin Tiblîsê. Erê Şeroyê Biro û Mecîdê Fariz kurap in, lê ji dû rev û bezê di malekê de mezin bûne, dengbêj in, bi hev re pir hevaltî kirine, pir çûne şahiya û eşqa, gelekî ji hev hezkirine, ruhê wan li ser hevbûye.
Şeroyê Biro ji kerba dimire
Bi vegera malê Şero ji her du kurên xwe re dibêje; “Kuro hûn çendeke li ku ne, qet ser min da nayên” Ew jî êdî neçar dimînin dibêjin: “Şero, welleh Mecîd miribû em ji bo wî çûbûn.” Bêhna Şero diçike, kelogirî dibe û dibêje; “Çawa, kûro hûn çi dibêjin?” Sê roj derbas nabe di 18’ê Sibata sala 1985’an de Şeroyê Biro ji kerbana dimire. Berfeke wisa pirr û bênavber dibare ku du rojan şûnda, di 20 sibatê de li navenda Tiblîsê di goristana Kûkiyê de li rex Şaîsmaîlê kurê wî dispêrin axê.
Wek gotina Şeroyê Biro “Şikur ji mala te Xwedayî re” dengbêjiya Mala Birikê li ser wesyeta pêşiyan bênavber didome. Feyzoyê Rizo dengbêjî hînî Tîtalê kurê xwe kiriye, Tîtalê Feyzo jî hînî dengbêjê malbatê yê herî biçûk, Mixayîlê kurê xwe dike, Xwedê ardimçî be îja Mîxayîl keman jî lê zêdekiriye.
*Ev nivîs di 23’yê meha Nîsana 2022’an de di rojnameya Xwebûnê de bi sernavê “Dengbêjên Mala Birikê” hatiye weşandin. Li ser wefata dengbêj Feyzoyê Rizo - pêr kiras guhert û çû ber dilovanioya xwedê - yê ku yek ji wan stêrkên geş ê Malbata Birikê bû, me pêdivî pê dît ku vê nivîsê ji nûve biweşînin.
* Dengbêjê navdar ê Kurd Feyzo Amarov ê ku weke Feyzoyê Rizo tê naskirin, beriya du salan bi kansera mîdeyê ketibû û rewşa wî ya tenduristiyê rojên dawî giran bûbû, 7'ê Mijdarê êvarê li nexweşxaneya bajarê Rûsyayê Krasnodarê kiras guhert û koça dawî kir. Cenazeyê Rizo îro (9’ê Mijdarê) wê li Krasnodarê bê veşartin.