Li Amedê şevbihêrka dengbêjan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 2 Hezîran 2025 - 00:36

Şaredariya Peyasê û Sanatça Organîzasyon di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de şevbihêrka dengbêjan li dar xist.

Şaredariya Peyasê ya Amedê û Sanatça Organîzasyon di çarçoveya çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dîwana dengbêjan li dar xist. Şevbêrka dengbêjan li Park Ormanê ya li navçeya Peyasê hat lidarxistin. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Sîncar û Cengîz Dundar, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş û gelek kes tev li şevbêrkê bûn.

Dengbêj Xalîde, Evîn Sindî, Ronî Erez, Amed û Mihemedê Şêxmîra derketin pêşberî temaşevanan û kilam û stranan gotin. Welatî rabûn dîlanê û govend gerandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.