Li St. Gallenê dîwana dengbêjan
Sêşem 27 Gulan 2025 - 00:40
Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hat lidarxistin. Şahî li avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) hat lidarxistin. Li cihê şahiyê wêneyên Rêber Apo, kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hatin daliqandin.
Şahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de Hevseroka Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê Dîlber Hêma axivî û got: “Divê li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li ser zimanê Kurdî em li her cihê xwedî li zimanê xwe derkevin.”
Piştî axatinana Dîwana Dengbêjan hat danîn. Hunermendên TEV-ÇAND’ê derketin li ser dikê. Di şahiyê de helbest jî hatin xwendin.
ANF