Guftûgoyên ji bo avakirina hikûmetê berdewam in

Nûçeyên Cîhan

Duşem 24 Cotmeh 2022 - 02:36

  • Li Iraqê ji bo avakirina hikûmetê guftûgoya li gel aliyên siyasî berdewam e. 

Mihemed Şiya Sûdanî yê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatî erkdarkirin, diyar kir ku ji bo avakirina hikûmetê guftûgoya li gel aliyên siyasî berdewam e. 

Ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî yê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatî erkdarkirin ragihand ku ji bo avakirina hikûmetê guftûgoya li gel aliyên siyasî berdewam e û wiha tê gotin: “Em hevdîtinê ligel namzetên hêzên siyasî yên ji bo wezîran diyar kirine, dikin. Hevdîtina li gel namzetan bi riya lijneyek taybet ve tê kirin ku ji komek şêwirmend pêk tê.”

Tê gotin ku wê ew namzetên hatîn hilbijartin piştî hevdîtinê navê wan were ragihandin û dema civîna parlamentoya ya ji bo erêkirinê were diyarkirin. 

BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.