Govend nasnameya Kurdan e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Tebax 2024 - 00:16

MÛHAMMED KAYA / ANF / BERLÎN

Li Wan, Amed, Êlih û Mêrdînê bi jêbirina nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî “PÊŞÎ PEYA” û li ser medyaya dijîtal bi hedefnîşandana Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya gelek kesên li ber stranên Kurdî govend gerandin hatin binçavkirin û girtin. Bertekên li dijî van sepandinên li ser ziman û çanda Kurdî dewam dikin.

Hunermendê Kurd Hozan Şemdîn têkildarî mijarê axivî û ev sepandinên dewleta Tirk ên li dijî ziman û çanda Kurdî weke “faşîzm” bi nav kir. Şemdîn destnîşan kir ku divê Kurd li her derê stranên xwe yên Kurdî bêjin û xwedî li govendên xwe derbikevin. 

Hozan Şemdîn diyar kir ku dewleta Tirk dijminatiya Kurd dike û got: “Dewleta Tirk berê jî Kurdan înkar dikir. Lê Kurd gav bi gav pêşve diçin û ber bi serketinê ve dimeşin. Dostên gelê Kurd zêde dibin û Kurd li seranserê cîhanê tên naskirin. Di hilbijartinên xwecîhî yên dawî de jî serkeftineke diyar hate bidestxistin. Ji bo astengkirina vê rewşê provokasyonê dikin. Li çar aliyê cîhanê her kes çand, huner û adetên xwe derdixin pêş. Li Tirkiyeyê kesek ji Egeyê zeybekê bilîze, ma dewleta Tirk vê qedexe bike? Gelê Kurd gelê govendê ye. Bi ziman, govend, huner û çanda xwe li ser piyan maye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk pratîkên faşîzan dike.”

Hozan Şemdîn destnîşan kir ku Kurd êdî ne Kurdên reben ên berê ne û wiha dewam kir: “Dostên me çêdibin. Di rojên dawî de 69 rewşenbîr, nivîskar, fîzîknas û kîmyager ên xelatgirên Nobelê nameyên vekirî nivîsandin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Dewleta Tirk bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re van serkeftinên Kurdan hezm nake û dixwaze provokasyonê bike. Dixwaze tevîlhevî çêbibe û ji cîhanê re bibêje ‘binêrin ev terorîst in.’ Lê ev terorîst kî ye? Yê ku êrîşî ziman û çanda Kurd dike terorîst e. Terorîst ew e ku qeyûm li ser îradeya Kurd tayîn dike. Terorîst ew e ku êrîşî cihên weke Başûrê Kurdistan, Şengal û Rojavayê Kurdistanê dike ku tu eleqeya wê bi sînorên Tirkiyeyê re nîne. Dewleta Tirk e ku li vê erdnîgariyê terorê dike, lê cîhanê dixapîne û Kurdan weke terorîst nîşan dide.”

Dewleta Tirk paşverû ye!

Hozan Şemdîn anî ziman ku dewleta Tirk paşverû ye û dijminahiyê li gelê Kurd dike. Lê dewleta Tirk di vê dijminatiyê de bi ser nekeve, wê zirarê bi xwe bibîne. Rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê li holê ye. Eger paradîgmaya Rêbertî li Tirkiyeyê li desthilatdariyê bûya, ma wê rewşa aborî ya welêt bi vî rengî bûye? Mirov wê wisa xizan bûna? Paradîgmaya Rêbertî ji bo hemû gelan demokrasiyê pêşbînî dike û ji bo aramiya gelan paradîgmaya herî guncaw e. Di heman demê Kurd êdî ne weke berê ne dikarin xwe biparêzin. Qedexekirin û êrîşên li ser govendan helbet wê neyên qebûlkirin. Govend nasnameya Kurdan e. Sedema êrîşa li ser govendê ew e ku govend nasnameya me ye.”

Klam û stranên bi Kurdî bibêjin

Şemdîn bal kişand ser wê yekê ku divê Kurd li hemberî pratîkên qedexe çawa helwest bigirin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Kurd divê li her derê ku lê ne klam û stranên xwe bêjin û xwedî li govendên xwe derbikevin. Her wiha divê Kurd li hemû cihên xwe yên wekî qehwexane, kafe, xwaringeh û mexazayan stranên Kurdî berdin. Li şûna stranên Tirkî stranên bi Kurdî bidin guhdarkirin. Dema ku dewleta Tirk zimanê me qedexe bike em çawa stranên wan lêxin? Bi hezaran stranên bi Kurdî hene; dengbêjên me hene, stranên Radoya Bexda û Êrîvanê heye. Divê em van muzîkan weke bertek lê bidin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.