Goristana jinên bênav: Sîwan

În 28 Hezîran 2024 - 00:55

Li Başûrê Kurdistanê, malbat her roja Înê ji bo bîranîna xizmekî xwe yê mirî li goristanê li hev dicivin, lê belê beşa ku ji bo qurbaniyên cînayeta jinan li Goristana Sîwanê hatibû cihê kirin, bêxwedî hatiye hiştin. Li ser kevirên goran nav jî nîn in.

Li gorî nûçeyê, bi dehan qurbaniyên şîdeta nava malê li vê goristanê hatine veşartin. Li goristana ku navê qurbaniyan lê tune ye, carna tenê bi hejmareke ku saziyên edlî diyar kirine, têne veşartin. Di nûçeyê de wiha hat gotin:"Jinên ji aliyê hevserên xwe ve hatin qetilkirin, bavên ku dibêjin divê 'namûsa' malbata xwe biparêzin, xwişkên ji aliyê birayên xwe ve hatin qetilkirin, jiyanên ku heta bi hetayê hatin jibîrkirin."

Parêzera femînîst Rozkar Îbrahîm a ku li goristana Sîwanê ji AFP'ê re axivî û got:"Gorvedêr qurbaniyan bi şev vedişêrin da ku xizmên wan gorên wan nezanibin û ji bo şûştina wan neyên.

Rozkar Îbrahîm dibêje gelek bûyerên trajedîk heye û got jinek 17 salî di vê meha Hezîranê de ji aliyê xizmên xwe ve hat dîtin û tevî pitika xwe hat qetilkirin. Parêzera ku bi salan e ji bo tesbîtkirina nasnameya qurbaniyan têdikoşe got:“Divê ev goristan nebin.”

Min bi tenê 200 jin veşartin

Hejmara rastî ya qurbaniyên li vir hatine veşartin nayê zanîn. Lê Osman Salih ku 15 sal in gorvedêrê goristanê ye got ku ew bi tena serê xwe nêzî 200 jin û keç ên ku hin ji wan bi qasî 13 salî ne, defin kirine. Saleh, ê 55 salî diyar kir ku gelek qurbanî bi şewitandin an jî xeniqandinê hatine kuştin. Li gorî îstatîstîkên fermî yên dawî ku AFP'ê parve kiriye, li Başûrê Kurdistanê di sala 2021'an de 45 qetilkirina jinan hatine qeydkirin, ev hejmar sala bihurî 25 bû. Lê belê li gorî Serkût Omer ê ji Ofîsa Têkoşîna li dijî Şîdeta li Hemberî Jinê, bêyî ku hejmarekê bide got ku di sala 2024'an de 'kuştinên di bin navê namûsê de'  bê gelekî kêm bûye'.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.