Windakirina jinên li Kurdistanê ne tesaduf e

Duşem 21 Cotmeh 2024 - 02:15

ROZA METÎNA / AMED

Rojîn Kabaîş a 21 salî ya ku xwendekara pola yekem a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Wanê Yuzuncu Yil (YYÛ) bû, piştî ku 27'ê Îlonê ji wargehê derket ku biçe marketê winda bû. Cenazeyê Rojînê ya 18 rojan agahî jê nehat girtin, li Taxa Molla Kasim a 20 kîlometreyî dûrî perava kampusa lê winda bû, hat dîtin. Mirina Rojînê di mejiyê mirovan de gelek pirs hiştin. Nebesiya lêkolîn û lêgerîna ji bo Rojînê jî bal kişand.

Xebatên lêgerîna Rojînê pir kêm bûn

Zeynep da zanîn windakirina Rojîn Kabaîş ji ya Gulistan Dokû ne cuda ye û wiha got:"Bi gelemperî dema li welatekî mirov winda bibin û demeke dirêj xeber ji wan neyê girtin ev tê wê maneyê ku li wî welatî pirsgirêka ewlehiyê heye. Bi taybet li bajarên Kurdan windabûna jinên Kurd û negirtina xeberê ya demeke dirêj a jin wan, ji polîtîkayên şer ên taybet cuda nikare bê nirxandin. Dema jinek winda bibe û hemû delîlên şênber ji holê bê rakirin ev yek nîşan dide ku nayê xwestin ev jin bên dîtin. Ji bo dîtina Rojînê xebatên lêgerînê pir kêm bûn. Ji roja Rojîn Kabaîş winda bû lêgerîn li dereke teng hat kirin. Ev yek ji windakirina Gulistan Dokû ne cuda ye." 

Polîtîkayên bêcezahiştinê 

Zeynep bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û wiha pê de çû:"Nesepandina zagonan berhemeke polîtîkayên neçareseriyê ye.Loma jî gelek caran jin di bin navê medyayê de bi navê întixarê ber bi kuştinê ve tên kişandin. Divê em têgeha întixarê jî li vir hinekî vekin. Întixara jinê tune ye, mirinên bi guman hene. Li dû her qetilkirineke jinan dewleta mêr heye. Zagonên mêr jê hêzê digirin hene. Ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê mixabin mirinên bi guman ên jinan zêde dibin." 

Dewlet îlegalîze dike

Zeynep bi lêv kir mirinên bi guman ên jinan zêde dibin û wiha pê de çû:"Her çalakiyên ku jin li Kurdistanê çêdikên ji aliyê dewletê ve dixwaze bê îlegelîzekirin. Ev yek jî pêşî li mirinan vedike. Ev jî polîtîkayên şerê taybet e. Loma windakirina jinên li Kurdistanê yên mîna Rojîn Kabaîş ne tesaduf e. Loma mirinên bi guman ên jinan zêde dibin." 

Bikaranîna zimanê medyayê

Zeynep diyar kir ku zimanê medyaya alîgir her tim jinan dike hedef û wiha got:"Yek ji rewşa ku em jê ne rehet dibin jî bikaranîna zimanê medyayê ye. Ev jî medyaya alîgirê îktidarê ye. Zimanê vê medyayê jî qetilkirina jinan ji rêzê û rewa nîşan dide. Her wiha qetilkirina jinan wekî bûyereke takekesî nîşan dide. Zimanê ku bi kar tînin ne kujaran jinan dikin hedef."

Bila Peymana Stenbolê sazkar bibe

Zeynep bi lêv kir divê jin li dijî êrişan û zihniyeta baviksalar, bi awayekî hevpar tevbigerin û wiha got:"Ji bo komkujî, tundî, destdirêjî û qirkirina li ser jinan bi dawî bibin em dixwazin Peymana Stenbolê sazkar bibe. Her wiha em dixwazin mirinên ku wekî întixar ketine qeydan bên lêkolînkirin. Em dibêjin divê wijdanê civakê li dijî mirinên wiha bêdeng nemîne. Em dixwazin jin tevli xebatên me bibin û em li dijî komkujiyên li ser jinan bi awayekî hevpar tev bigerin."

Tirkiye ne welatekî ewle ye

Zeynep da zanîn Tirkiye ne welatekî ewle ye û wiha got:"Me digot ka Rojîn li kû ye lê belê me xebera mirina wê girt. Dema em dibêjin jinên windayî li ku derê ne ev jî nîşan dide ku ev welat, ne welatekî ewle ye. Em encax dikarin bi piştevaniya xwe li dijî vê yekê derkevin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.