Di mijdarê de 31 jin hatin kuştin

Şemî 7 Kanûn 2024 - 02:15

Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Mijdarê ya JINNEWS'ê 31 jin û zarokek hatin qetikirin, 25 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Qetilkirina jin û zarokan roj bi roj zêde dibe. Beşeke van di çapemeniyê de tên dîtin û rastiya vê hîn girantir e. Wezareta Karê Hundir ku daneyan parve nake, desthilatdarî bi polîtîkayên bêcezahiştinê zemînê ji gumanbaran re amade dike.

Li gorî daneyên ajansa JINNEWS'ê, di meha mijarê de 31 jin û zarokekî jiyana xwe ji dest daye, 25 jin û 5 zarokî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Her wiha dîsa jin ji aliyê mêrên ku nêzî xwe hatine qetilkirin. 

Li Konyayê 1, li Hatayê 1, Edeneyê 1, Kocaeliyê 1, Îzmîrê 2, Tekîrdagê 1, Dîlokê 2, Kirklareliyê 1, Bursayê 2, Enqereyê 3, Mersînê 2, Antalyayê 2, Stenbolê 7, Sakaryayê 1, Aksarayê 1, îdirê 1, Nîgdeyê jinek hat qetikirin.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.