PKK’ê tovên hêviyê çandin

Duşem 2 Hezîran 2025 - 03:25

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de cîhan li hemberî fermana li ser civaka Êzidî bêdeng bû. Lê tenê PKK, li hember vê yekê bêdeng nema û bi şandina 12 siwariyên xwe gihîşt hewara civaka Êzidî. Ev hêza ku tenê ji 12 kesan pêk dihat, li hemberî fermanê bûn mertal û nehiştin dîroka fermanan careke din dubare bibe. Ev hêza ku xwedî dîroka berxwedana bêhempa, xwedî bi hezaran şehîdên qehreman û giranbuha bû, ji bo biserxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku bi pêşengiya Ocalan hatiye destpêkirin, ji bo pêkanîna guhertin û veguhertinên dîrokî, di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û di 12’ê Gulanê de jî fesihkirin û çekdanîna xwe îlan kir. Berfê Elyas jî li ser hatina gerîlayan a Şengalê, weke civak nasînên xwe yên fikrên Rêber APO û biryara fesihkirina PKK’ê nirxand. Di destpêka axaftina xwe de di şexsê avakerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û diyar kir ku wan ji bo azadiya civakên bindest têkoşîneke mezin meşandina û di vê oxirê de gihîştine şehadetê.

Em şervanên Rêber APO ne

Berfê Elyas bi van hevokan behsa fermanê, hatina gerîlayan a Şengalê û weke civak nasîna PKK’ê û fikrên Ocalan kir:“Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de tu kes bi hawara civaka Êzidî ve nehat, ji derveyî gerîlayên PKK’ê. Dema gerîlayên PKK’ê ji bo parastina civaka Êzidî hatin Şengalê, Êzidiyan hêzeke mezin ji wan girt û tovên hêviyê di dilê wan de şîn bûn. Bi hatina PKK’ê ya çiyayê Şengalê re, me fikrên Rêber Apo nas kir. Li ser vî fikrî me xwe bi rêxistin kir û zarokên Êzidî bi vî fikrî rabûn ser xwe û axa xwe parastin. Bi wan fikran bi taybetî jinan xwe bi pêş xistin û birêxistin kirin. Gerîlayên PKK’ê ji bo me ji fermanê rizgar bikin canê xwe kiribûn mertal û gelek şehîd dan. Ji bo Şengalî li ber xwe bidin, çanda xwe û ola xwe biparêzin, canê xwe dan. Jixwe gelek caran Rêber Apo ji gerîlayan re digot biçin çiyayê Şengalê û civaka Êzidî biparêzin, lê dijmin her dem dibû asteng, di dema fermana 2014’an de gerîlayan tu sînor û astengiyan nas nekir û bi hawara civaka Êzidî ve hatin. Di dema fermanê de me dît kê pişta xwe da me, kî bi hawara me ve hat û me parast. Piştî naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo em ketin ferqa xwe, bûn xwedî fikir û hêvî. Ji ber ku êdî me dizanibûn ji bo parastina ax û tolgirtina fermanan pêwîstî bi perwerdeyê heye. Em weke malbat şervanên Rêber Apo ne.”

Divê civaka me neyê lîstikan

Berfê Elyas di nav axaftina xwe de bal kişand ser peyama Rêber APO ku ji civaka Êzidî re şandiye û got:“Dema peyama Rêber Apo hat em gelek kêfxweş bûn. Em silavên xwe ji vê derê heta Îmraliyê jê re dişînin û hêviya me ew e di demek nêz de azad bibe. Ji ber ku em jî azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Berî her tiştî piştî fermanê me perwerdeya Rêber Apo dîtiye û li ser vê esasê divê em hîn zêdetir tevlî kar û xebatan bibin, xwe zana bikin, birêxistin bikin û tifaqa xwe ava bikin. Tiştên herî sereke ev in û divê em demildest hêvî û daxwazên serokê xwe pêk bînin. Divê civaka me rastiya Rêber Apo baş fam bike, bi taybetî divê kongreya PKK’ê û biryarên kongreyê rast fam bike û neyên lîstikên dijmin. Divê civak berî her tiştî baş bizanibe me ewqas şehîd ji bo çi dan, ji bo careke din em nekevin xefika dijmin. Daxwaza min ji civakê ew e ku xwe baş birêxistin bike û neyê lîstika dijmin.”

NÛJINHA/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.