24 jin hatin qetilkirin
Duşem 7 Nîsan 2025 - 02:15
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Adarê 24 jin û 4 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û zarokekan jî bi guman jiyana xwe ji dest daye.
Li bajarê Kurdistan û Tirkiyeyê, tundiya mêr her diçe zêde dibe. Piştî desthilatdarî ji Peymana Stenbolê vekişiya şûnde, daraza mêr bi biryarên xwe gumanbaran diparêzin, tundî zimanê serdest yê mêr zêde dike. Li aliyê din jinên 8’ê Adarê li qadan pêşwazî kirin, xwedî li maf û jiyana xwe derdikevin û têkoşînê dihûnin. Li gorî daneyên ajansa JINNEWS'ê berhev kirine di meha adarê de 24 jin û 4 zarok hatine qetilkirin û 14 jin û zarokekan jî biguman jiyana xwe ji dest dane.
JINNEWS/YEŞÎM ORUÇ