Gava ewil hate avêtin
Duşem 2 Hezîran 2025 - 03:15
Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqeyê (NADA), 1’emîn kongreya xwe di navbera 15-17’ê Gulanê de bi dirûşma “Ber bi civakeke demokratîk a li ser bingeha şoreşa jinê” li Silêmaniye ya Herêma Kurdistanê hat lidarxistin. Ji 16 welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê bi sedan jin tev li bûn. Di encamnameya kongreyê de “Belgeya Şoreşê ya Jinên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Belgeya Konfederasyona Jinê ya Demokratîk” weke referansa sereke ya Tifaqa NADA’yê hate qebûlkirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Eylem Saruca ku li ser navê TJA’yê tev li kongreyê bû, têkildarî konferansê û biryarên hatine dayin axivî.
Zemînê hiqûqî tê ava kirin
Eylem Saruca, got ku di serdemeke pergala milîtarîst û paşverû pêşve diçe de têkoşîna hevpar mihûm e û got:“Ev xeta têkoşînê ya hevpar jî hem mekanîzmayeke parastinê ya jinan hem jî divê potansiyela avakirina jiyaneke nû di xwe de bihewîne. NADA, xeteke wiha pêşkeşî jinan dike. Gava ewil a vê zemîna hevpar, bi jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayî hate avêtin. Bi xurtkirina tifaqên herêmî re ev zemîn tê xurtkirin. Bi rastî jî avadanî û torên wiha yên herêmî, ji bo têkoşîna jinan gelek sûdewer dibin û têkoşînê mezintir dikin. Ji ber ku ber bi xebatên enternasyonal ve dibe.”
3 gavên sereke
Eylem Saruca, destnîşan kir ku ji bo Tifaqa NADA’yê, 3 gavên sereke hatine plankirin û got: “Yek ji van avakirina koordînasyonên herêmî ye. Ya duyemîn; bingeha hiqûqî ye ku avakirina prototîpên peymanên weke CEDAW, Peymana Stenbolê û NY hezar û 325 di asta herêmî de û yekkirina têkoşînan a li ser vê zemîna hiqûqî ye. Ya sêyemîn jî; serenavê perwerde û pêşxistinê ye. Hat plankirin ku ji bo têkiliyeke domdar a di navbera rêxistinên jinan de torek were avakirin. Ya din jî ji bo parvekirina tecrube û vîzyonê, biryara zêdekirina lidarxistina hevdîtinên hevpar hate dayin. Ji bo vê jî biryara lidarxistina atolye û formên online hate dayin. Biryar hate dayin ku naverokên dijîtal ên pirzimanî bên hilberandin û bi raya giştî re bên parvekirin.
Konfederalîzma jinan
Konfedaralîzma Jinan, pergaleke ku xwe dispêre rêxistiniya cewherî ya jinan, pergaleke demokratîk a sînoran derbas dike ye. Me got ku di hemû pêvajoyên biryardayînê de divê jin kirde be û divê di hemû pêvajoyan de cih bigirin. Ya din jî me got xweparastin. Nîqaşa xweparastinê ya jinan a li dijî şer, tundî û civakên baviksalar, mezinkirina têkoşîna jiyanê û hwd. hatin nîqaşkirin. Ya din jî hevparîbûneke îdeolojîk bû. Dema xeta têkoşîna hevpar tê avakirin, her wiha divê ziman û zemîneke hevpar jî hebe... Yek ji mijara sereke ew bû ku jin rêxistiniya xwe ya hevpar, li ser zemîneke navneteweyî, veguherînin avadaniyeke hîn bêhtir enternasyonal. NADA’yê ji gelek welatan jin anî gel hev û nîşan da ku zemîna têkoşîna hevpar e. Ji bo avakirina avadaniyeke enternasyonal, belkî jî gava ewil bi NADA’yê hate avêtin.”
MA/MUJDAT CAN