34 jin hatin qetilkirin
Pêncşem 8 Gulan 2025 - 02:55
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê ya JINNEWS'ê 34 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Piştî feshkirina Peymana Stnebolê, tundiya li ser jinan zêde bû û çeteya tundiyê ya ji aliyê rêxistinên jinan û çapemeniyê tê amadekirin tabloyê nîşan didin. Li gorî daneyên ku ajansa JINNEWS'ê berhev kirine di meha Nîsanê de 34 jin û 3 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarokî jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
12 jin ji aliyê mêrê pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê mêrên dest jê berdane, 4 jin ji aliyê xizmên xwe ve, 6 jin ji aliyê mêrên pê re di asta derberdanê de, 4 jin ji aliyê gumanbarên ku nêzîkatiya wan nayê zanîn, jinek ji aliyê zarokê xwe ve, jinek ji aliyê bavê xwe, jinek ji aliyê kes nas nakeve hat qetilkirin.
JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN-YEŞÎM ORUÇ