Divê kuştina jinan baş bê şopandin

Pêncşem 12 Kanûn 2024 - 02:10

Rojnamevan û mamostayên zanîngehê diyar dikin ku divê saziyên ragihandinê hîn zêdetir bi baldartir behsa bûyerên tûndî û kuştinên jinan bikin. Her wiha gotin:” Pêwîst e kar li ser çanda yeksanî, jiyana bi hev re, aştî û rêzlihevgirtina mafên hevdû were kirin."

Di derbarê weşandina nûçe û dosyayên li ser tûndî û kuştinên jinan a ji aliyê saziyên ragihandinê ve, Rojnamevan Lenya Bextiyar û Seroka Beşa Karên Civakî ya Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Jiya Ebas axivîn.

Di destpêkê de Rojnamevan Lenya Bextiyar îşaret bi rewşa saziyên ragihandinê ya di dema weşandina nûçeyên li ser kuştinên jinan kir û got: “Şêwazê weşandina bûyerê bi edîtor û rêveberiya saziyê bi xwe ve girêdaye ku armanca wan ew e mijara jinan û nûçeyên kuştinên jinan bi şêwazek din biweşînin. Li gor wan divê jin werin çewisandin û mafên wan werin zeftkirin. Yan jî hinek car bi zanebûn ji bo zêdekirina ecibandin û şopîneran kar dikin. Pêwîst e yasayek ji bo rûbirûbûna van saziyên bi vî rengî hebe.”

Di dawiyê de jî Rojnamevan Lenya Bextiyar got: “Em daxwazê ji rêxistinên taybet û sendîkayên rojnamevanan, wezareta rewşenbîrî dikin ku hîn zêdetir giringiyê bi van mijaran bidin da ku bibîn xwediyê medyayek bi tendirust. Pêwîst e dest ji hewldanên ji bo zêdekirina ecibandin, şîrove û şopîneran berdin.”

Li ser heman mijarê Seroka Beşa Karên Civakî ya Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Jiya Ebas jî di destpêka axaftina xwe de îşaret bi karkirina dezgehên ragihandinê ya di derbarê nûçeyên tûndiya li ser jinan de kir û got: “Hinek pîvanên bingehîn yên pîşeyî û exlaqî yên saziyên ragihandinê hene. Lê saziyên ragihandinê û rojnamevan di dema weşandina nûçeyên tûndûtijiya li ser jinan bi giştî û kuştinên jinan bi taybetî, bi awayekî xelet van pîvanên pîşeyî bi kar tînin.”

Di dewama axaftina xwe de Jiya Ebas da zanîn ku divê çavkaniyên ku zanyarî jê tên bidestxistin, çavkaniyên cihê baweriyê bin û got: “Pêwîst e rastiyek a zanyariyên hatin komkirin hebe. Pêwîst e zanyarî li gor qebareya wê were ragihandin û ne zêde mezin bikin ne jî zêde biçûk bikin.”

Seroka Beşa Karên Civakî ya Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Jiya Ebas di derbarê armanca saziyên ku bûyeran şaş radigihînin de got: “Sedema karkirina van saziyên ragihandinê ya bi vî rengî, ji ber ne saziyek serbixwe ne û ji bo berjewendiyên hin aliyên siyasî karkirine. Lê dema saziyek ragihandinê armancên xwe guherî, wê nirxên xwe jî winda bike.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Prof. Jiya Ebas got: “Çanda zilamsalarî ya di nava civakê de yek ji faktorên herî sereke yên domandina tundiya li ser jinan e. Pêwîst e kar li ser çanda yeksanî, jiyana bi hev re, aştî û rêzlihevgirtina mafên hevdû were kirin."

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.