Jin li Afganistanê zehmetiya aborî dibînin
Çarşem 28 Gulan 2025 - 00:57
Jinên li Afganistanê di bin şert û mercên dijwar de têkoşîna jiyanê didin wiha gotin:"Ez her roj tirsa ku wê ji kar werim derxistin dijîm. Debara malbata me ez tenê pêk tînim. Ger ez ji kar werim derxistin, ez ê jî wek gelek jinan di mal de mehkûmî jiyana girtîgehê bibim."
Li Afganistanê, li bajarên mezin tenê hejmarek kêm fabrîqe mane. Ew jî tenê muşrubat, pêlavên plastîk û tiştên hesin çêdikin. Beriya darbeya 1978’an fabrîqeyên çîmento, nexşandin û tiştên biçûk hebûn. Lê belê ev piştî şer hatin talankirin û avahî hilweşiyan. Di qadek wisa de beşek gel bi çandiniyê re mijûl dibe, lê belê lêhî, firtûna û hişkesalî her tim berheman tune dike.
Bi destpêkirina serdestiya Talîbanê re, hemû rêk û pêkiya civakê di carekê de têk çû û karmendên dewletê ketin rewşek ne baş. Piraniya jinan ji kar hatin derxistin û tenê hejmarek kêm a kesan dikarin di qadên tenduristî û perwerdeyê de karên xwe bidomînin.
Di qada ewlehiyê ya welat de, Talîbanê hemû personelên aydî hikûmeta berê, ji kar girtin. Mirovên ku bi xwe jê bawer dikin bicîh kirin. Bi vî awayî, ser sûcên hatine kirin girtin û karîn karên xwe bidomînin. Lê belê jikarderxistin bi vê ve sînordar nebû. Di mehên dawî de, ne tenê nerazandina mûçeyên wan, biryar hat dayîn ku bi taybetî jin, piraniya mamosteyan û hinek mêr jî di nav de, dawî li karê hejmarek zêde kesan bînin. Di nava gel de bêhêviyek mezin û bêçareserî serdest e.
Di hevdîtinên ku li Kabulê li gel hinek mamosteyan hatine kirin de, tirsa windakirina karên xwe û fikarên wan bi eşkere xeuya dike. Reyhana Reyhan li dibistanek Kabulê mamoste ye û wiha dibêje: “Ez dersê didim zarokên keç, heta pola 6’an. Hevjînê min di saziyek leşkerî de erkdar e. Ger em herdu ji kar werin derxistin, em nizanin em ê debara malbata xwe ya 5 kesî çawa bikin.”
Mamostayek din Aryana Nevab li navçeyek Kabulê dixebite. Ew jî dibêje: “Ez ji vê rewşê bêzar bûme. Ez her roj tirsa ku wê ji kar werim derxistin dijîm. Debara malbata me ez tenê pêk tînim. Ger ez ji kar werim derxistin, ez ê jî wek gelek jinan di mal de mehkûmî jiyana girtîgehê bibim.”
Yasemîn Yar dayika 4 zarokan e, hevjînê wê beriya desthilatiya Talîbanê di êrîşek întixarî ya li nêzî Wezareta Parastinê pêk hatiye de jiyana xwe ji dest daye. Yasemîn Yarwiha dibêje: “Niha ez di lîsteya yên ku ji kar tên derxistin de cîh digrim. Min bi caran ji serokê beşê re got kes nîne ji bo me kar bike, lê belê guh neda min. Bi awayek hêrsok ji min re got ‘tu kafir î’ û ez ji daîreyê avêtim.”
NÛJINHA/AFGANÎSTAN / BEHARÎN LEHÎB