Dengdana taybet pêk hat

Şemî 19 Cotmeh 2024 - 02:20

Dengdana taybet ya ji bo hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê bi pêşengiya Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê pêk hat. Dengdan li 4 herêmên Başûrê Kurdistanê, Kerkûk û 7 parêzgehên Iraqê hatine lidarxistin. Di dengdana taybet de tenê hêzên ewlekariyê dengê xwe didin. Mafê dengdanê yê 215 hezar û 960 kesan heye ku dengê xwe bidin.

Ji bo dengdana taybet a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 165 navendên dengdanê hatine vekirin. Li Hewlêrê 62, li Silêmaniyê 57, li Dihokê 33 û li Helebceyê jî navendeke dengdana taybet hene. Ji bilî çar parêzgehên Herêma Kurdistanê, li Kerkûk, Bexda, Selahedîn, Nînowa, Diyale, Wasit û Enbarê jî navendên dengdanê hatine danîn.

Navendên dengdanê saet 07:00’an hatine vekirin û heya saet 18:00’an vekirî man. Hêjayî gotinê ye dengdana giştî wê di 20’ê mehê de pêk were.

2 hezar û 451 çavdêrên bê alî

Hevpeyamaniya Çavdêriya Bê alî ragihand ku ew ê bi 2 hezar 451 çavdêrên bê alî her du proseyên hilbijartinê ya taybet û giştî bişopînin û wê di dawiyê de weke raporekê pêşkeşî Netewên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropa (YE) bikin.

Li rêkxistina CDO ya li bajarê Silêmaniyê, têkildarî dewra şeşemîn ya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê civîneke çapemeniyê lidar xist. Di daxuyaniyê de Berdevka Hevpeyamaniya Çavdêriya Bê alî Selme Fatih ragihand hevpeyamaniya wan ji 59 rêkxistinan pêk tê, 43 ji herêma hilbijartinê yên Duhok û Hewlêrê, 16’ên din jî li Helebce û Silêmaniyê wê çavdêriya proseya hilbijartinê ya dengdana taybet û dengdana giştî bikin. Selme Fatih da zanîn ku 2 hezar û 451 çavdêrên wan yên bê alî wê proseya hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bikin. Herwiha destnîşan kir ku wê tîmên wan ji roja hilbijartinê saet 07:00’an heta 18:00’an bikin wê di proseya hejmartina dengdan de jî cih bigirin. Hevpeymaniyê da zanîn ku ew weke hevpeymaniyeke bê alî, piştî hilbijartinê wê encamên çavdêriya hilbijartinê ji NY’ê û YE’ê re bişînin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.