Dengdana çarenûsaz a Başûr

Duşem 21 Cotmeh 2024 - 03:05

Dengdana giştî ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, bi pêşengiya Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê, li her çar herêmên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê pêk hatin. Bi giştî hezar û 191 namzet ji bo 100 kursiyan ketin pêşbirkê û di hilbijartinan de li 4 parêzgehan bi giştî 368 jin bûne namzet.

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li navenda Rewşen Bedirxan ya li Silêmaniyê beriya her kesê dengê xwe kara nî. Piştî dengê xwe da, Bafil Celal Talebanî daxuyaniyek da û got:“Emê dawî li vê desthilata yek kesî bînin.”

Rêveberê Sekreteriya Mam Celal, Qubad Talebanî jî piştî ku li dibistana Rewşen a li Silêmaniyê deng da, ji çapemeniyê re axivî û got:“Li Herêma Kurdistanê 129 pirsgirêk hene, bi dengdana welatiyan emê rêya hikûmraniyê rast bikin. Piştî dengdanê dibe em cejnê pîroz bikin. Bê guman wê bi dengdana welatiyan hikûmranî were li ser rêya rast.” Talebanî diyarkir ku piştî dengdan bi dawî hat û encam eşkere bûn, ewê vê rojê wek cejin pîroz bikin.

Dengê xwe bidin paşerojê!

Endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed piştî ku dengê xwe bikaranî got:“Ez bi tevlîbûna berfireh ya welatiyan ya ji bo hilbijartinê kêfxweşim û niha bi awayek baş birêve diçe. Ev pêvajoyek demokrasiyê ye, pêwîste hemû kes tevlî bibe û mafê xwe bidest bixe. Bi dengdanê bibin beşek ji biryarên pêşerojê.”

Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî piştî dengê xwe bikar anî, bang li welatiyan kir ku di zûtirîn dem de herin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin û got:“Komîsyona Hilbijartinê wê bi ti rengî dema dengdanê dirêj neke û wê di saet 18:00’an de proseya dengdanê bi dawî were.”

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selahedîn Behadîn li Silêmaniyê dengê xwe bikaranî û got:“Em li bendêne ku piştî hilbijartinan, encam bên pejirandin û ji bo pêkanîna parlamentoyê bi awayek zû gav bên avêtin û piştre jî ji bo pêkanîna hikumetê gav bê avêtin. Divê ji bo avakirina hikumetê weke berê salek pêve neçe.”

Serokê Encûmena Bilind a Berjewendiyên Siyasî ya YNK’ê Cehfer Şêx Mistefa, piştî dengê xwe da ji çapemeniyê re got: “Weke YNK em li dijî hemû binpêkirinên ku di hilbijartinê de bên kirine. Pêwîste hilbijartinek demokratîk û azad pêk were.”

Cehfer Şêx Mistefa diyarkir ku ew di wê baweriyê de ne wê dengên YNK’ê li gor carên din çend qat zêdetir bike û wê ti aliyek nikaribe bêyî YNK’ê hikûmetê avabike.

Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre jî piştî ku dengê xwe da li ser giringiya hilbijartinê ji çapemeniyê re axivî û got:“Hilbijartin proseyeke hestiyar û giringe, ji bo wê daxwaz dikin ku tevayî welatî biçin dengê xwe ji bo namzetên xwe bidin.”

Pîre li ser sozên ku Serokê YNK’ê di dema propaganda hilbijartinê de dane jî kir û got:“Serokê YNK’ê bi wê taybetmendiya xwe tê naskirin, tişta ku dibêje, bicih tîne û li soza xwe xwedî derdikeve.”

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd ku li Bexdayê dengê xwe bikaranî got:“Hêviya min ewe piştî hilbijartinê parlamento û hikumetek çalak û xizmetkar bê avakirin.”

PDK dîsa sextekariyê dike

Li aliyekî din PDK mîna her carê di vê hilbijartinê de jî serî li rê û rêbazên sixtekariyê dide. Di vê çarçoveyê de PDK’ê ji Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê gelek kesan aniye Başûr da ku dengê xwe bidin PDK’ê. Li gorî wêneyên ku gihiştine ber destê ROJNEWS’ê, diyar dibe PDK’ê hejmarek welatî bi pasaportên Tirkiye aniye îdareya serbixwe a Soran a ser bi Hewlêrê da ku li wê derê dengên xwe bikarbînin. Roja 15’ê Cotmehê jî ROJNEWS’ê di nûçeyek xwe de eşkere kiribû ku PDK’ê 1500 kes ji Bakurê Kurdistanê aniye Başûr da ku dengên wan ji bo xwe bikar bîne.

Serokê Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê Hakim Umer daxuyaniyek da.

Hakim Umer da zanîn ku pêvajoya hilbijartinê bi başî derbas dibe û derbarê dema eşkerekirina encaman de jî got:“Heya niha ti pirsgirêk û astengiyek çênebûye, 24 saet piştî sindoq hatin girtin, wê encamên hilbijartinê werin ragihandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.