Girtiyên jin îfade red kirin

Çarşem 11 Îlon 2024 - 01:50

Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî bi rêya parêzerên xwe li ser medya dijîtal têkildarî rewşa 5 girtiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovan ên li girtîgeha Evînê agahî parvekir.

Nêrgiz Mihemedî diyarkir ku pêr biryar bû her pênc girtiyên jin ên li girtîgeha Evîn yên bi navên Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî, Nêrgiz Mihemedî, Mecbube Rezayî û Perîwş Muslimî li pêş dozgerê giştî yê bajarê Erdebîlê îfade bidin. Lê her pênc girtî neçûn îfadeyên xwe nedan û daxwaza dozger red kirin.

Hat gotin ku wê îfadeyên her pênc girtiyên siyasî û çalakvanên mafên mirovan ji ber nerazîbûna wan a li dijî cezayên darvekirinê bihata girtin. Hêjayî bibîrxistinê ye roja 6’ê Tebaxa 2024’an piştî girtiya bi navê Reza Resayî hat darvekirin, girtiyên jin ên li girtîgeha Evînê nerazîbûn nîşan dabûn û hêzên rejîmê jî êşkence li girtiyan kiribûn.

Ji 26 rêxistinan bang

Li aliyekî din 26 rêxistinên mafên mirovan bi daxuyaniyeke hevbeş banga betalkirina cezayê bidarvekirinê ya çalakvan Pexşan Ezîzî li rejîma Îranê kirine. Her wiha di daxuyaniya hevbeş de bang li saziyên navneteweyî, rêxistinên mafên mirov û civaka navnavneteweyî tê kirin ku tavilê li dijî cezayê bidarvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatî birrîn, nerazîbûn nîşandin û pêngavên pêwîst bavêjin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di meha Tebaxê ya 2024’an de çalakvan Pexşan Ezîzî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin. Piştre jî ji aliyê dadgeha Tehranê ve bi sedema tevlî şoreşa ‘jin, jiyan, azadî’ bûye, cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn.

Kurdek hate bidarvekirin

Li aliyekî din, li gorî agahiyan pêr li girtîgeha navendî ya Miyandwaw, Kurdekî bi navê Feyzullah Hisên Pûr ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye bidarvekirin. Hate zanîn ku Feyzullah bavê 3 zarokan bû, xelkê gundê Çiraxewal a ser bi bajarê Bokanê bûye.

Pêla girtin û binçavkirinan

Herwiha li Rojhilatê Kurdistanê pêla girtin û binçavkirinan jî dewam dike. Li gorî agahiyan dadgeha rejîma Îranê, li Pîranşarê du birayên astengdar ên bi navê Ebdullah Qenberî Wend ê 51 salî û Mehmûd Qenberî Wend ê 48 salî 6 sal û 7 meh cezayê girtîgehê birrî ye. Herdu bira li girtîgeha Nexede têne ragirtin. 

Herwiha bi nêzîkbûna salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî, zextên rejîma Îranê jî zêde bûne. Li gundê Silênî ya bajarê Sewlawa ciwanekî bi navê Raşîd Edwayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye binçavkirin û ew birine cihekî ne diyar. Hate diyar kirin ev ciwan bêyî fermana dadwer û belgeyekî yasayî hatiye binçavkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.