Girtiyan bi hêviya mirinê ve dihêlin

Şemî 12 Cotmeh 2024 - 02:05

Eda Onal ku parêzera Abdulkadarî Kuday bû anî zimên li dijî girtiyên siyasî yên Kurd polîtîkaya cihêkar heye, gelek girtiyên nexweş li gel raporên ‘nikare li girtîgehê bimîne’ jî nayên berdan, girtiyên bi nexweşiya giran bi hêviya mirinê ve têne hiştin û got divê dewleta Tirk demildest dawî li vê derqanûniyê bîne.

Abdulkadîr Kuday li gel ku girtiyê bi nexweşiya giran bû bi polîtîkaya ‘li şûna berdanê bikujin’ nehate berdan û 2’yê Cotmehê şehîd bû. Kudar beriya ku şehîd bibe bi çend hefteyan gotibû ew dixwaze rojên xwe yên dawî bi malbata xwe re derbas bike.

Bi şehîdbûna Kuday re mijara girtiyên bi nexweşiya giran dîsa bû rojev. Li gorî Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene ku divê bêne berdan lê ji ber raporên Tiba Edlî ku dibêje,’dikare li girtîgehê bimîne’ û ji ber raporên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê nayên berdan û girtiyên nexweş bi hêviya mirinê ve têne hiştin, ango girtiyên siyasî yên Kurd bi stratejiyekê têne kuştin. 

Rewşeke cuda heye

Endama Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê Eda Onal ku parêzera Abdulkadîr Kuday bû, diyar kir li dijî girtiyên cezayê muebbeta girankirî cihêkarî tê kirin û got,’’Ji ber madeya 25’emîn a qanûna înfazê, li dijî hikûmxwarên muebbeta girankirî, bi taybet li dijî girtiyên siyasî rewşeke cuda heye. Li gorî wê madeyê, înfaza hikûmxwarekî muebbeta giran heta mirinê didome.” 

Qanûn dijî rûmeta mirovî ye

Bi domdarî Onal bi bîr xist ku cezayê muebbeta girankirî piştî girtina Rêber Abdullah Ocalan sazkar bûye û wiha pê de çû: “ Di şexsê birêz Ocalan de ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdan hatin kirin û DMME’yê got ku ev qanûn li dijî qedexeya îşkenceyê û rûmeta mirovahiyê ye. Biryar hate dayin ku ev qanûn li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) were sererastkirin. Lê belê Tirkiyeyê di nava 10 salan de tu guhertin tê de nekir.” 

Bi hêviya mirinê ve dihêlin

 Onal bi bîr xist ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê demek berê salek dem da Tirkiyeyê ku di mijara muebbeta girankirî de sererastkirinan bike û wiha domand: “Girtiyên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn, li girtîgehê bi hêviya mirinê ve têne hiştin. Abdulkadîr Kuday mînaka vê rewşê ya dawî bû. Niha gelek girtiyên nexweş ên cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn hene ku tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayên berdan.” 

 Berpirsyar dewlet e

Onal wiha domand: “Dema li girtîgehê binpêkirina mafê jiyanê tê kirin, berpirsyarê vê dewlet e. Ji ber ku li gel berpirsyartiyên erênî, berpirsyartiyên neyînî yên dewletê jî hene. Nekuştin berpirsyartiya wê ya erênî ye lê tevdîrên ji bo pêşîlêgirtina mirinê jî berpirsyartiya wê ye.”  

Divê dawî li derhiqûqiyê were

Onal, da zanîn ku divê dewlet tavilê dev ji qanûnên cihêkar û derhiqûqî berde û axaftina xwe wiha qedand: “Divê lîsteyeke tevahiya girtiyên nexweş bê amadekirin û ji bo wan xebatek were meşandin. Hewceye girtiyên nexweş ên rewşa wan giran tavilê bên berdan. Girtiyên nexweş ên ji bo wan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ tê dayin jî sewqî nexweşxaneyan bên kirin yan jî tevahiya astengiyên li pêşiya tedawîkirina wan bên rakirin. Hewceye di vê mijarê de hestiyariyek hebe.” 

 MA/YEŞÎM TUKEL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.