• Nivîskar Omer Mihemed bi merasîmekê pirtûka xwe ya bi navê ‘Geştekanî Enfalîstan’ da nasîn. 

Nivîskar Omer Mihemed bi merasîmekê pirtûka xwe ya bi navê ‘Geştekanî Enfalîstan’ da nasîn. Omer Mihemed di pirtûkê de cih daye serpêhatî û çîrokên qurbaniyên Enfalê.

Dezgeha Çap û Weşanê ya Serdem li Sînemaya Salim a Silêmaniyê ji bo nasandina pirtûkê merasîmek organîze kir. Di merasîmê de nivîskar pirtûka xwe da nasîn û belav kir. Gelek kesayetên rewşenbîr, şahidên enfalê û malbatên enfalkiriyan jî amade bûn.

Nivîskar Omer Mihemed behsa naveroka pirtûkê kir û got, “Kareketerên vê pirtûkê ne tenê ew kes in ku hatine enfalkirin. Şahidên Enfalê, beşek ji musteşar û cerdevanan jî li ser enfalê axivîne. Di pirtûkê de me cih daye kesên ku birayê xwe enfal kirine û me ew dane axavtin. Di pirtûkê de hem mexdûr hem jî celad hene.” 

ROJNEWS/SILÊMANÎ