Gerîla ji hewa li Rûbarokê xist

Pêncşem 13 Sibat 2025 - 03:15

HPG'ê got:"Tûgaya Sînor a 1'emîn a Rûbarokê 2 caran, pîsta helîkopterê ya li vê tûgayê carekê û li heman herêmê Qereqola Mawan a li Hacîbegê jî carekê bi balafirên kamîkaze hatin bombekirin." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Hêzên Parastina Hewayî

11'ê Sibatê saet di 23:00 de Yekîneya Şehîd Dogan Zinar a ser bi Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal 4 çalakî pêk anîn. Li bajarokê Rûbarokê yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê Tûgaya Sînor a 1'emîn a Rûbarokê 2 caran, pîsta helîkopterê ya li vê tûgayê carekê û li heman herêmê Qereqola Mawan a li Hacîbegê jî carekê bi balafirên kamîkaze hatin bombekirin.

Ev çalakî weke bersiva li êrîşa dewleta Tirk a 27'ê Çileyê ya li Ranyayê hate kirin ku di encamê de hevrêyê me Azîz Koyluoglû û 4 mirovên me yên sivîl ên pê re şehîd bûn.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

10'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê YJA Starê ve hate kirin.

11'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar dema ku dagirker ketin nava tevgerê bi çekên giran lê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Xakurkê

10'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Sinînê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Hêmin hate xistin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

11'ê Sibatê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di navbera 8 û 12'ê Sibatê de li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf û Goşînê 3 caran, li herêma Qendîlê qadên Bêpala, Newroz û Girê Roj 4 caran, li herêma Garê qadên Mêranê, Bergarê, Meçrobotkî, Yekmalê, Kanî Sarkê, Dêreşê, Zêvkê, Rêbînê, Girê Zengil 13 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar, Girê Amediyê 4 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.