Gendelî lehiyê radike

Sêşem 21 Kanûn 2021 - 22:36

  • Berpirsê Karûbarên Avê yê Hewlêrê Zerdeşt Ebdalxaliq dibêje, “Milyonek kab av bi ser Hewlêrê de bariya.” Yanî biya wî, diviyabû li Hewlêrê lehî rabe. Li gorî hesabê wî 10 lître baran ketiye metreyeke bi çarçik. Heger cokên avê û sîstemeke kanalîzasyonê ya baş hebûna, lehî ranedibû.

Piştî ku ji ber baranê lehî li Hewlêrê rabû û 12 kesan canê xwe di lehiyê de ji dest da û zirareke madî ya mezin li welatiyan bû, ti kes ê berpirsiyar ê hikûmeta PDK´ê xwe nade ber berpiriyariyê. Serokê Lijneya Avakirinê ya Parlamena Herêma Kurdistanê, Hewrê Mela Star, dibêje, j ber gendeliyê projeyên avahîsaziyê rêyên avê girtine û lehî jî ji ber wê rabûye. Kesê ku ji karûbarên avê yên Hewlêrê berpirsiyar Zerdeşt Ebdalxaliq jî hindik maye guneh bixe stûyê Xaliqê Cebar: “Milyonek kab av bi ser Hewlêrê de bariya.” Yanî biya wî gava ku baran milyonek kab avê bi ser bajarekî de bîne xwarê, divê li wî bajarî lehî rabe. Lê esas, Hewlêr erdekî ji 100 kîlometreyên bi çarçik mezintir e, kava em wî hesabî dikin, 10 lître baran ketiye metreyeke bi çarçik. Li bajarên xwedî cokên avê û kanalîsazyonên bi rêkûpêk, 10 lître baran serê metreyeke bi çarçik, lehiyê ranakin. 

Sedema sereke projeyên avahîsaziyê ne

Serokê Lijneya Avakirinê ya Parlamena Herêma Kurdistanê, Hewrê Mela Star diyar kir ku sedema herî zêde ya lehiya Hewlêrê, elaqedarî bi projeyan e ku bûye sedema guhertina berê avê.

Serokê Lijneya Avakirinê ya Parlamena Herêma Kurdistanê, Hewrê Mela Star têkildarî lehiya li Hewlêrê bûyî sedema mirina 12 kesan, daxuyanî da.
Hewrê Mela Star li Hewlêrê ji çapemeniyê re peyivî û diyar kir ku sedema sereke ya rabûna lehiyê li Hewlêrê, elaqedarî projeyan e. Lewma van projeyêîn avahîsaziyê kiriye ku berê avê bigure. 

Kî gendelî kiribe berpirsiyar e

Wî got: “Berê avrêja Hewlêrê hatiye guhertin. Çend proje li ser rê, mesîl û cokên ava Hewlêrê hatine çêkirin. Lewma her kes û aliyê di proje û rêya avê de gendelî kiribe, weke parlamen em ê li ser kar bikin. Dema ku baran dibare, lehî radibe. Sedema vê jî hemû, gendeliya di projeyên Hewlêrê de ye. Rêya avê nehiştine, lewma av nikare bi rêya xwe de biçe.”

‘Xwedê barand ma em çi bikin!’

Berpirsê Karûbarên Avê yê Hewlêrê Zerdeşt Ebdalxaliq, li ser mijarê daxuyanî da û îdîa kir ku tiştekî ew bikin nebû.  Zerdeşt Ebdalxaliq nema ku guneh bixe stûyê Xaliqê Cebar: “Milyonek kab av bi ser Hewlêrê de bariya.” Yanî biya wî gava ku baran milyonek kab avê bi ser bajarekî de bîne xwarê, divê li wî bajarî lehî rabe. Lê esas, Hewlêr erdekî ji 100 kîlometreyên bi çarçik mezintir e, kava em wî hesabî dikin, 10 lître baran ketiye metreyeke bi çarçik. Li bajarên xwedî cokên avê û sîstemeke kanalîzasyonê ya baş, 10 lître baran serê metreyeke bi çarçik, lehiyê ranakin. Lê li Hewlêrê tiştekî ku berpirsê avê, cokan û kanalîzasyonê bike, nîne.

Di 17’ê Kanûnê de ji ber baranê li 15 deverên Hewlêrê lehî rabû. Ji ber lehiyê 12 kesan canî xwe ji dest da û 21 milyar dînar zerer gihîşte welatiyan û cihên giştî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.