Ji weşanên Lîsê romana Ufuk/Aso ya duzimanî derket. Nivîskara Romanê Fatma Kol e. Wê romana xwe bi Tirkî nivîsandiye û Yaqob Tilermenî jî wergerandiye Kurmanciyê. Kitêb bi herdu zimanan 486 rûpel e. 

Di romanê de rabihuruya dayikên bi navê Perwîn û Sitî,lêgerîna Xelef û Seyidxanî û lêpirsînên lomeker ên Stêra, xuypakiya Firatê, raza Med û malbata wî hene; her wiha gotineke ji sêbereya hest, hizr û tevgera ya jiyanekê heye ku Anna, Hasmig û Alex pê dizanin, bêyî ku şahidiya wê kiribin.

Xisleta herî diyar a romanê duzimanîbûna wê ye. Lê mirov bi vê nevê jixwe dipirse, gava ku li Bakurê Kurdistanê romanek bi du zimanan ber dest bibe, çend xwendevan wê rabin wê bi Kurdî bixwînin.

Xisleta wê ya din a diyar jî, xwediyê wê îdîayê ye ku li gorî cîhana çandî ya herêmê Tor û Çolê hatiye nivîsandin. 

AMED