REWŞAN DENIZ/FRANKFURT
Artêşa Iraqê 20'ê Nîsanê rojnamevana Elman Marlene Forster û rojnamevanê Sloven, Matej Kavçiç kirin nezaretê û 22´yê Nîsanê jî bi hinceta îfadegirtinê ew birin Bexdayê. Doh me dabû zanîn ku Komîteya Parastina Rojnamevanan CPJ ji Bexdayê xwestiye rojnamevan bên berdan. Niha jî dayika Marlene Forsterê, Lydia Forster ji me re peyivî û xwest keça wê û hevpîşeyê wê yê Sloven bên berdan.
Hêzên Iraqê 20'ê Nîsanê, piştî pîrozbahiyên Çarşema Sor Marlene Forster û Matej Kavçiç kirin nezaretê. Şahid dibêjin, leşkeran telefon, kamera û çenteyên rojnamevanan desteser kirin, heqaret li wan kirine û gef li wan xwarine. Rayedarên Iraqê lêkolînên her du rojnamevanan weke "destekkirina terorê" reş dikin.
Navenda agahdarkirin a Kurd a li Berlînê, Civaka Azad da zanîn ku Marlene Forster di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin û wê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Pêncşema bihurî bi Marlene Forster e hat axivîn.
Bang li wezîra Elman kir
Dayika Marlene, Lydia Forster da zanîn ku di encama greva birçîbûnê de destûra peywendîdanînê hatiye dayîn. Wê got, wê nameyeke vekirî jî ji wezîra karên derve ya Elman Annalena Baerbock re jî nivîsandiye û têkilî bi sefareta Elmanyayê ya li Bexdayê re jî daniye.
Lydia Forster wiha behsa nameya xwe ya ji Baerbock re dike: "Ez meraq dikim, Baerbock ka wê çi bibêje ji bo girtina jineke ciwan û gunehbarkirina wê bi ‘destekkirina terorê’ lewma Baerbock di ber Êzîdiyan de xwe diwestîne, keça min li Iraqê xwedî li civaka Êzîdî derdiket."
Rayedarên Iraqî rojnamevanbûna Marlene Forster û Matej Kavçiç red dikin. Lê dayika Marleneyê, rayedarên Iraqê wiha li derewê diqelibîne: “Ji bo ku komkujiyê belge bike û xebatên Rêveberiya Xweser bişopîne, çû Şengalê. Bi xwe re kamerayek jî bir. Dixwest li wir roportajan û hevdîtinan bike, gava vegeriya bide ragihandina vir.”
Dek û dolab li Şengalê digerin
Dayika Marleneyê, Lydia Forster dibêje, “Bi qasî têgihiştim, hin pîlanên hikûmeta Iraqê hene li Şengalê. Naxwazin ji derveyî Iraqê rojnamevan li wir bin. Ez dixwazim Marlene û hevpîşeyê wê tavilê bên berdan.”