Gelo cihê Tirkiyê di nava NATO’yê de heye?

În 20 Gulan 2022 - 22:18

  • Gelo cihê Tirkiyeya Erdoganî di nava NATO´yê de heye?" Na, nexêr, ev ne ji wan pirsan e ku PolîtîkAzad dike.

"Gelo cihê Tirkiyeya Erdoganî di nava NATO´yê de heye?" Na, nexêr, ev ne ji wan pirsan e ku PolîtîkAzad dike. Sernavê meqaleyeke fikrê ya di Wall Street Journal (WSJ) de derçûye. Nivîskarên wê jî nas in: Joe Liebermann û Mark D. Wallace. Liebermann ji 1989´an heta bi 2013´an senator bû û Wallace jî ji sefîrên DYE´yê yên li Neteweyên Yekbûyî bû di serdema rêveberiya Georg W. Bush de. 

Ew dibêjin, Enqera yekene endamê NATO´yê ye ku li ber qebûla Swêd û Fînlandiyayê ya nava vê hevgirtinê asteng e. Ew bi bîr dixin ku dewleta Tirk halê hazir heger bixwesta bibe endamê NATO´yê wê nehatana qebûlkirin, ji ber ku şertan bi cih naîne.

Li gorî nivîskaran di krîza bi Rûsyayê de jî temamê NATO´yê xwedî yek helwêst e ji bilî dewleta Tirk. Dewleta Tirk tenê Bayraktar firotine Ukraynayê, lê wekî din helwêsta Erdogan û dewleta Tirk ne ya NATO´yê bûye. Wekî din ew bi bîr dixe ku Tikriye ji bo sermayeya olîgarşên Rûs jî bûye beheştek.

Piştre jî ew hinekî Swêd û Tirkiyeyê li ber hev digirin: Di lîsteya kurewî ya gendeliyê de Tirkiye di rêza 96´an de ye (beriya Erdogan di rêza 77´an de bûye), Swêd di rêza 4´an de ye, jixwe Fînlandiya yekemîn e. Herçî îndeksa demokrasiyê ya kurewî ye, Tirkiye di rêza 103´yê de ye, Swêd di rêza 4´an de ye, Fînlandiya jî di rêza 6´an de. 

Bi van daneyan ew dibêjin, NATO deriyê xwe ji temamê welatên Ewrûpayê re vekiriye, bi şertê ku hin pîvanên demokrasiyê bi cih bînin û Swêd û Fînlandiya van pîvanan bi cih tînin. Ha piştî vê ew hê nû li meseleya esasî vedigerin: Gelo Tirkiyeya ku sala 1952´yan bû endamê NATO´yê wê îro standartên endametiyê bi cih tîne?

Ma ne wext e Tirkiyeyê bikin der?

Nivîs xeletiya herî mezin a NATO´yê ya du dehsalên bihurî, weke "piçûkdîtina niyetên xirab" ên Pûtîn bi nav dike û dibêje, niha jî heman xeletiyê ji bo Erdogan dike.

Li gorî wan xala 13´an a peymana NATO´yê derfetekê dide welatên endam ku bi xwe jê derkevin. Ew dibêjin, "Belkî êdî wext e, xala 13´an bi cih bê anîn da ku prosedureke derxistina welatekî endam ê ku êdî ne prensîpan û ne jî şertên pratîk ên ji bo endametiyê bi cih tîne, bike der."

Ev hevoka dawî ya xurt dibe ku peyameke Emerîkî ji dewleta Tirk re be. Em ê di guhertineke muhtemel a helwêstên aliyan de bibînin, ka maneya vê çi ye.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.