Gelê Kurd çok danenî

Duşem 16 Kanûn 2024 - 02:30

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî serdema qedexeya derketina derve ya sala 2015'an a li Cizîr û Silopiyayê got:"Tirkiye ji roja damezrandina xwe ve bi polîtîkayên xwe yên şer û îmhayê ev yek ceriband. Lê kurd li wan herêman hê jî li ber xwe didin û hê jî xwediyê îradeya xwerêveberiyê ne. Gelê Kurd çok danenî. "

Li navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê di 14’ê Kanûna 2015’an de bi berxwedana xwerêveberiyê re qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Di qedexeyên ku 79 rojan li Cizîrê û 35 rojan li Silopiyayê dom kir de bi sedan binpêkirinên mafan ên manewî û madî pêk hatin. Di dema qedexeya derketina derve de li Cizîrê 177 jê li jêrzemînan bi giştî 288 kes hatin qetilkirin. Cenazeyên kesên di jêrzemînan de hatin qetilkirin ji ber ku nehatin naskirin radestî malbatên wan nehat kirin. Piştî 9 salan hîna jî cihê cesedên 11 kesan nayê zanîn.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî binpêkirinên mafan û pêvajoya hiqûqî ya di dema qedexeyan de nirxand.

Leşker, polîs nehatin darizandin

Beriya her tiştî Newroz Uysal Aslan ku tevahiya pêvajoya qedexeyê weke "Dewletê li wir komkujî û êrîş pêk anî" nirxand û got:"Di vê pêvajoyê de ji aliyê hiqûqî ve baro, komele, saziyên navneteweyî, gelek koman li dijî van binpêkirinên mafan ên li wir pêk tên bang kir. Lê belê dewletê ev sazî girtin û lêkolîneke bi bandor nekir, delîl kom nekir, berovajî vê yekê eleqedar bû ku wan tarî bike. Di lêpirsînekê de yek leşker, polîs an jî karmendekî hikûmetê tune ye. Nehatin darizandin."

Polîtîkaya bêcezakirinê 

Newroz Uysal Aslan da zanîn ku polîtîkayên bêcezahiştinê jî di vê serdemê de di meriyetê de bûn û wiha pê de çû:"Dozgerî bêyî ku daxwazên Dadgeha Destûra Bingehîn pêk bîne bi lez û bez van dosyayan bi biryara neşopandinê girt. Hevalên me yên parêzer hê jî van pêvajoyên hiqûqî dişopînin. Dosya hê jî bi polîtîkaya bêcezakirinê re rû bi rû ne."

Herî zêde jin kirin hedef

Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku di serdema qedexeyan de herî zêde jin di bin zextê de bûn û sedema hedefgirtina jinan wiha nirxand: “Sedema sereke ya van êrişan tevlîbûna jinê ya siyasetê ya bi daxwaza jiyaneke li ser esasê temsîliyeta wekhev bû. Ya yekem, teşhîrkirina bedana Ekîn Wan mînaka vê ya herî berbiçav bû. Wan ev rewş wek serkeftin û pesindaneke mezin pêşkêş kirin û bi rêya medyaya dîjîtal xizmet jê re kirin. Bi rastî jî çawa li Filîstîn û Rojava li jinan kirin, li Tirkiyeyê jî heman tişt hat kirin. Li Silopiyayê jinên weke Sêvê, Pakîze û Fatma ku ji bo jinan têdikoşiyan, bajarê xwe parastin û tevî operasyonên îmhayê yên dewletê jî derneketin, hatin qetilkirin."

Êrişî nasnameya jinê kirin

Newroz Uysal Aslan bi bîr xist ku Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel jî di vê pêvajoyê de bû hedef û hat qetilkirin û got, "Nasnameya ku dewletê wê demê herî zêde êrîşî wê kir, nasnameya jinê bû.Tirsa dewletê ya rastî ji tevlîbûna xurt a jinan a di qada civakî de derket."

Kurd li berxwe didin

Newroz Uysal Aslan, anî ziman ku li gel hemû êrîşên li ser zimanê zikmakî û polîtîkayên çandê yên ji berê heta niha hatine kirin, kes nikarin tine bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye ji roja damezrandina xwe ve bi polîtîkayên xwe yên şer û îmhayê ev yek ceriband. Lê kurd li wan herêman hê jî li ber xwe didin û hê jî xwediyê îradeya xwerêveberiyê ne. Gelê Kurd çok danenî. "

JINNEWS/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.