9 sal in li cenazeyê keça xwe digere
Şemî 31 Gulan 2025 - 03:15
Hizne Arslan ku 9 sal in li cenazeyê keça xwe û 30 sal in jî li cenazeyê mamê xwe digere, wiha got: “Ji bo dilê tu dayikên din neşewite, ez daxwaza aştiyê dikim.”
Di pevçûnên di dema qedexeya derketina kolanan a ku di 14’ê Kanûna 2015’an de li Cizîr a Şirnexê hate ragihandin û di 2’yê Adara 2016’an de hate rakirin de 177 jê li jêrzemînan bi giştî 288 kesan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên gelek kesên wê demê jiyana xwe ji dest dayin li goristanên bêkesan ên li Mêrdîn, Riha, Dîlok û Meletiyê hatin definkirin. Cenazeyên gelek kesan piştî tespîtkirina nasnameyan radestî malbatên wan hatin kirin. Lê belê malbatên ku ev 9 sal in cenazeyên zarokên xwe hêj nedîtin jî hene. Li gorî texmînan, derdora 14 malbat in. Yek ji kesên di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dayî û aqûbeta wê hêj nayê zanîn jî Hacer Arslan a 19 salî ye.
Dayika Hacer Arslan, Hizne Arslan di dema qedexeyê de hem keça xwe Hacer û hem jî kurê xwe Mehmet Saît winda kir. Her wiha kekê wê Selîm Tugay jî li Taxa Nûrê ji hêla segvanan ve hate qetilkirin. Di salên 90'î de jî mamên wê Bahrî Arslan û Îhsan Arslan hatin qetilkirin. Cenazeyê mamê wê Îhsan Arslan ev 30 sal in nehatiye dîtin û aqûbeta keça wê Hacer Arslanê jî ev 9 sal in tevî hemû hewldanan nayê zanîn.
Hizne Arslan, diyar kir ku ew ê kesên ewqas êş bi wê dane kişandin tu caran efû neke û wiha got: “Lêbelê ji bo dilê tu dayikên din neşewite, ez daxwaza aştiyê dikim.” Hizne Arslan, destnîşan kir ku ji bo pêvajoya heyî bi aştiyê biencam bibe hewcehî bi têkoşîneke mezintir heye.
Hizne Arslan, da zanîn ku zêdetirî 9 sal in li her derê li cenazeyê keça xwe digere û wiha domand: “Keça min di jêrzemînên Cizîrê de hate qetilkirin. Hêj jî cenazeyên 13-14 kesên li jêrzemînan hatine qetilkirin winda ne. Heke aştî bibe divê kujerên van zarokan bên cezakirin. Divê kesên zarokên me di jêrzemînan de qetil kirin û fermana wan dane bên cezakirin. Heke aştî bibe jî ez ê wan efû nekim, ew nayên efûkirin. Lê belê ji bo dilê tu dayikên din neşewite bila aştî bibe. Dixwazim goreke Hacerê hebe da ku her înê biçim serdana gora wê. Her kes diçe ser gora zarokên xwe. Ez jî dixwazim goreke zaroka min hebe.”
MA/ŞIRNEX/ZEYNEP DÛRGÛT