Divê Elewî pêşengiyê bikin

Pêncşem 26 Hezîran 2025 - 03:40

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Mûharremê daxuyaniyek da û bang li Elewiyan kir ku xwedî li banga civaka demokratîk derkevin û pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin. Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê di daxuyaniya xwe de şehîdên Kerbelayê bi bîr anî û got: "Di nava atmosfereke welê de ku di çarçoveya Banga Civaka Demokratîk a Rêber Apo de bûyer diqewimin û di nava şert û mercên destwerdana hêzên hegemonîk a bi pêşengiya Îsraîlê li hemberî Îranê de em ketine meha Mûharremê. Berxwedana ku bi pêşengiya Îmam Huseyîn li Kerbelayê li hemberî artêşên Yezît hate kirin, xwedî wateyeke dîrokî ye. Li hemberî Xanedanê Emewî Mûaviye û kurê wî Yezît ku cewhera civakî û komunal a Îslamê datanî aliyekî û dixwest Îslamê bike amûrek desthilatdariyê ji bo xanedana xwe, ev berxwedan berxwedana parastina cewhera demokratîk û komunal a mirovahiyê û ola Îslamê ye. Li hemberî zilm, neheqî, dijberiya li civakê û nêzîkatiyên desthilatdarîperest, ev berxweedana mezin ji bo parastina cewhera komunal a civakî û Îslamê hate kirin. Lewma ev berxwedana mezin dîrokî ye û bandora wê 1400 sal in di asteke girîng de dewam dike. Bîranîna şehîdên esîl ên vê berxwedana mezin di şexsê Îmam Huseyîn de û Rojiya 12 Îmaman a ji bo nîşandana dilsoziya bi armancên wan, pariyê Aşûreyê yê heman piştre tê parvekirin, ji ber vê yekê xwedî kûrahiya wateyeke mezin e. Lewma em niyaz dikin ku xizmetên canên Elewî li lênûska heq bê nivîsandin ku bi ruh, hişmendî û baweriya berxwedana Kerbelayê rojiyê digirin û pariyan parve dikin. Em di wê baweriyê de ne ku îbadet û duayên Misilmanên Şîa yên bi heman hest û fikrî Kerbelayê bi bîr tînin, ji aliyê wateya Îslam a demokratîk ve gelekî hêja ye.

Xwedî derketin bi neteweya demokratîk e

Di vê serdemê de xwedîderketina herî bi wate ya li Berxwedana Kerbela û Îmam Huseyîn xwedîderketina li çareseriya neteweya demokratîk e, tevlîbûna bê fikar a li avakirina civaka demokratîk e. Lewma xwedîderketina li banga civaka demokratîk a Rêber Apo, esaswergirtina xeta neteweya demokratîk û meşandina têkoşîneke bi wate ya di vê oxirê de, di serî de civata Elewî û Şîa wezîfe û berpirsyariya bingehîn a nasnameyên baweriyan û gelên Rojhilata Navîn e. Bi vê wesîleyê em şehîdên Kerbelayê hemûyan bi hurmet bi bîr tînin, bang li canên Elewî hemûyan, hêzên alîgirê demokrasî û azadiyê dikin ku xwedî li banga civaka demokratîk derkevin û pêşengiyê ji têkoşîna neteweya demokratîk re bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.